​​​​​​​Malbata rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Malbata rêber Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê pê re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

​​​​​​​Malbata rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
21 cotmeh, 2022   16:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin.

 Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç û malbata Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de ji bo hevdîtinê bikin careke din serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.