Bi hezaran şêniyên Kobanê li dijî 'terora mîrê DAIŞ`ê Erdoganê kîmyewî' derketin

Bi dirûşma “Nefret li emîrê DAIŞ`ê Erdoganê kîmyewî be” şêniyên herêma Firatê îro xwepêşdan li dar xist û êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk şermezar kirin ku herî dawî 17 gerîla di wan êrişan de şehîd bûbûn.

Bi hezaran şêniyên Kobanê li dijî 'terora mîrê DAIŞ`ê Erdoganê kîmyewî' derketin
19 cotmeh, 2022   11:16
KOBANÊ

Xwepêşandan bi beşdariya bi hezaran şêniyên herêma Firatê ji Qada Jina Aad dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Egîd ve dewam kir. Tê de êrişên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin ku duh Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel nasnameyên 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehdî bûne, eşkere kiribûn.

Xwepêşandêran wêneyên her 17 şehîdan bilind kirin.

Li Qada Şehîd Egîd, hevserokê Gerînendetiya Jîngehê ya herêma Firatê Arif Balî wiha axivî: “Ji beriya 45 salan de em li herêma Rojhilata Navîn ku zordest li ser hikum dikin, şerê jiyana birûmet didin meşandin. Tiştê îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê rû dide dubarebûna rêbazên DAIŞ`ê ye.”

Balî diyar kir ku divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bizane wekî ku dîktator Sedam Huseyn hat darvekirin, dê dawiya hemû dîktatoran darvekirin be.

Her wiha destnîşan kir ku îro bi hezaran kes ji bo azadiyê û piştevaniya gerîla li qadan in û wiha pê de çû: “Wekî gelê herêmê em bang li her kesê xwedan wijdan dikin ku êrişên kîmyewî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bibîne û li hember gelê herêmê duritiyê neke.”

Xwepêşandan bi dirûşmên şermezarkirina bêdengiya hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk bi dawî bû.

ANHA