Keşfeke biçek ji sibehê de ji asîmanê Mexmûrê daneketiye

Li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji danê sibehê ve balefirek keşfê ya biçek bênavber digere.

Keşfeke biçek ji sibehê de ji asîmanê Mexmûrê daneketiye
19 cotmeh, 2022   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, ji danê sibehê ve balefirek keşfê ya biçek bênavber li asîmanê wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) digere.

Nayê zanîn ku balefira li asîmanê herêmê digere ya hêzên koalîsyonê ye yan jî ya dewleta Tirk a dagirker e.