Her tişt li ber çavan e, çima bêdengî?

Ruxmî rapora ku IPPNW`yê amade kiriye ku binpêkirina Peymana Qedexekirina Bikaranîna Çekên Kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve îsbat dike û tevî bangawaziyên Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê ji bo lêpirsînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve jî, lê belê hêzên navneteweyî bêdengiya xwe Ii hember sûcên domdar ên Tirkiyê diparêzin.

Her tişt li ber çavan e, çima bêdengî?
19 cotmeh, 2022   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 17`ê Cotmehê de, Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniyek da û bîlançoya 6 mehan a êrişên dagirkeriya Tirk û berxwedana gerîla li Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê eskere kir.

Têkildarî bikaranîna çekên qedexekirî, HPG`ê ev agahî parve kirin: “Ji destpêkirina êrîşên dagirkeriyê û vir ve di nava 6 mehan de li Qadên berxwedanê 2476 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş bir ser tunel û çeperên şer û sûcê şer kir.”

Duh jî, Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameyên 17 gerîlayên ku di êrişên bi çekên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne, eşkere kirin û destnîşan kir ku ji ber bêdengî û destekdayîna navneteweyî ya van êrişan, êrişên kîmyewî zêde bûne.

Di 12`yê Cotmehê de, Yekîtiya Bijîjkên Navneteweyî yên li Dijî Şerê Atomê / Bijîşkên Xwedî Berpirsyariya Civakî (IPPNW) gotibû: ““Divê were diyarkirin rabirdûyeke dewleta Tirk heye ku di şerên çekdarî de çavê xwe ji qedexekirina bikaranîna gaza rondikrêj re digire. Di sala 1999’an de li Elmanyayê jî hinek analîz hatibû kirin û hatibû îspatkirin ku artêşa Tirk di têkoşîna li dijî PKK’ê de gaza rondikrêj bi kar tîne. Hatiye tespîtkirin ku artêşa Tirk di sala 2010’an de bombeyên gaza rondikrêj a di kategoriya leşkerî de hilberandiye û ev tê wateya binpêkirina Peymana Çekên Kîmyewî. Derketiye holê ku di sala 2004’an de jî leşkerên Tirk li qadên leşkerî perwerdehiya gaza rondikrêj stendiye.”

IPPNW`yê, ji ber gumanên ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar aniye, bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kir ku lêpirsîneke serbixwe bide destpêkirin.

Tevî hemû astengiyên ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî yekitiyê rapora xwe amade kir.

Di raporê de hate diyarkirin PDK’ê heyeta ji çar kesan pêk dihat a IPPNW’ê asteng kiriye û ji ber vê heyetê nekariye bi mexdûrên êrîşên kîmyewî re hevdîtinê bike. Di raporê de hate gotin “Heyetê bi endamên parlementoyê, saziyên civaka sivîl, çalakvanên civakî jî tê de bi gelek kes û saziyan hevdîtin kiriye. Derbarê îddîayan li ser komek vîdeo û wêneyan jî hate sekinandin.”

Her wiha bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê ya di bin bandora PDK`ê de kir ku ji NY`yê daxwaz bike ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike û piştre raporê radestî Rêxistina Çekên Qedexekirî bike.

Di dawiya raporê de hate gotin: “Em car din bang li hikumeta Herêma Kurdistanê dikin, ku rê bidin em têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî lêpirsînê bikin, da ku karesatên din wekî Helebçe rû nedin.”

Ji dema destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê di 17`ê Nîsanê de, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û Fermandariya Biryargeha Hêzên Parastina Gel (NPG) di gelek boneyan de bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî, NY û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî kiribû ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di şerê li dijî Kurdan de lêpirsînê bike. Lê ew bangawazî bêbersiv hatin hiştin.

Di 2018`an de li kantona Efrînê ya dagirkirî, artêşa Tirk a dagirker li gundê Tirmîşa yê navçeya Şiyê çekên kîmyewî bi kar anîn, wekî her car aliyên navneteweyî li hember vê bêdeng man. Di Cotmeha 2019`an de jî dagirkeriya Tirk herêma Serêkaniyê bi fosfora spî bombebaran kir. Ruxmî ku di gelek raporan de ev sûcên Tirkiyê jî hatin îsbatkirin û delîlên berbiçav hatin nîşandan, lê belê hêzên navneteweyî ew helwesta xwe dubare kir û çavên xwe girtin.

(cx)

ANHA