​​​​​​​YPG`ê şehadeta şervanekî xwe ragihand

YPG`ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hevrêyê wan Çekdar Efrîn di encama nexweşiyê de şehîd bûye û got: “Em ê keda hevrêyê xwe ji bîr nekin û di têkoşîna xwe de bidin jiyandin.”

​​​​​​​YPG`ê şehadeta şervanekî xwe ragihand
19 cotmeh, 2022   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (YPG) ya têkildarî mijarê bi vî rengî ye:

“Yek ji welatparêz û şervanên vê axê hevrêyê me Çekdar Efrîn, ev demeke dirêj bû bi nexweşiya kezebê ra rû bi rû mabû, tevî hemû hewldanan jî roja 18’ê Cotmehê tevlî karwanên nemiran bû.

Hevrêyê me Çekdar sala 1980’î li bajarê Efrînê ji dayîk bûye û di emrê xwe yê ciwantîyê de Tevgera Azadîyê nas dike û ji fikr û ramanên azad bandor dibe. Cihê ku lê mezin bûyî herêmêke bi welatparêzîyê xwe tê nasîn û gelê me yê vê herêmê keç û xortên xwe yên herî delal tevlî têkoşîna azadîyê kirine. Hevrê Çekdar jî bavê 3 zarokan e û ji wan du zarokên xwe tevlî têkoşîna azadîyê kiriye. Di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de cîhê xwe di enîya pêş a gundê Hemamê de digre û berxwedana ku li vî gundê de çêbûyî para hevrê Çekdar jî tê de heye. .Çawa ku hedef û armanca her welatparêzek me rizgarkirina Efrînê ye heman rengî armanca hevrê Çekdar jî li ser vê bingehê bû. Hevrê Çekdar ji bilî qada leşkerî di qadên din de jî xebat meşandiye û xizmet kiriye.

Em ê ked û xizmeta hevrêyê xwe Çekdar ti car ji bîr nekin û di têkoşîna xwe de bidin jiyandin. Em serî de sersaxiyê ji malbata xwe ya hêja a şehîd Çekdar ra û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Çekdar Efrîn

Nav û Paşnav: Hesen Mihemed

Navê Dayikê: Rehîma

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb | 18’ê Cotmeha 2022`yan.

(cx)