‘Rawestandina dewleta Tirk a dagirker di destê me de ye’

Tevgera Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn êrîşên bi çekên kîmyewî ku dewleta Tirk a dagirker dijî gerîlayên azadiyê bikar tîne bi tundî şermezar kirin û ev bang li jinan kir: “Li rex gerîlayên me meşandina berxwedanê û rawestandina dewleta Tirk a dagirker di destê me de ye. Avêtina rejîmên zordar û dermirovî ya ji Kurdistanê deynê li ser milên me ye.”

‘Rawestandina dewleta Tirk a dagirker di destê me de ye’
19 cotmeh, 2022   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û êrîş bi tundî şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin şerê qirêj ê ku dewleta Tirk a faşîst bi  salane dijî gelê Kurd dimeşîne, êdî sînorê rûmeta mirovahiyê û exlaqê wê derbas kiriye û wiha hat domandin:  “Tekane hêza ku li pêşiya hedefa dagirkirin û talankirina Kurdistanê disekine gerîla ye, lewma hewl dide bi çekên kîmyewî encamê bigire. Di salekê de 2467 caran li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê çekên kîmyewî bikar anîne û sûcê mirovahiyê kiriye.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin: “Bêdengiya li hemberî vî sûcê mirovahiyê, hevkariya sûce” û ev bang li tevahiya jinan hat kirin: “Cîhgirtina li berxwedana gerîla ku dijî qirkirina Kurdan têdikoşin, tenê berpirsyariya me Kurdan nîn e, di heman demê de erka me ya li hemberî rûmeta mirovahiyê ye. Dewlat Tirk tenê sûcê şer nake, rûmeta mirovahiyê jî binpê dike. Lewma li hemberî dewleta Tirk a faşîst li her derê û her demekê li rex gerîlayên me meşandina berxwedanê û rawestandina dewleta Tirk a dagirker di destê me de ye. Bi hêza rêxistin û baweriya xwe avêtina rejîmên zordar û dermirovî ya ji Kurdistanê deynê li ser milên me ye. Di vê çarçoveyê de em weke Tevgera Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn komkujiyên bi çekên kîmyewî yên dijî gerîlayên azadiyê hatine pêkanîn, bi tundî şermezar dikin. Di serî jinên hunermend bang li hemû jinan dikin ku tenê bi şermezarkirina êrîşan sînordar nemînin, êdî ji dewleta Tirk a faşîst re bejin ‘Bes e’ û hesap bipirsin. Bang li hemû jinên hunermend ên welatparêz, bihîstiyar û demokrat dikin ku tevlî berxwedana mezin bibin.”