PYD: Divê gel û hêzên kurdistanî li hember êrişên dagirkeriyê serferber bibin

PYD’ê êrişên dewleta Tirk ên kîmyewî yên li dijî gerîlayan şermezar kirin û dewletên herêmê li ser bêdengiya li hember sûcên dewleta Tirk hişyar kirin û bang li gel û hêzên kurdistanî û demokratîk kir ku hemû derfetên xwe li hember dagirkeriya Tirk seferber bikin.

PYD: Divê gel û hêzên kurdistanî li hember êrişên dagirkeriyê serferber bibin
19 cotmeh, 2022   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ku di encamê de 17 gerîla şehîd bûbûn, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya PYD’ê de wiha hate gotin:

"Careke din li pêş çavê civata navneteweyî rejîma dewleta Tirk a faşîst sûceke nû pêk tîne û li sûcên wê yên li dijî gelê Kurd û tevahî gelên herêmê zêde dibe. Duh Navenda Parastina Gel (NPG) ragihandibû ku di êrişên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker li dijî gerîlayan de 17 gerîla şehîd bûbûn. Ev sûc ne cara yekemîn e ku xetên sor derbas dike ku tê de çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî gelê me li gelek herêman li beramber bêdengiya navneteweyî ya bi fikar tên bikaranîn.

Em Meclisa Giştî ya PYD’ê bi tundî van sûcên dubarekî yên li dijî gelê me yê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê ku parastina hebûna Kurd û mafên wê dike şermezar dikin. Em dewletên herêmê û civata navneteweyî hişyar dikin ku bêdengiya li ser sûcên dewleta Tirk, destwerdan, dagirkirin û bikaranîna wê ji çekên kîmyewî re bêîstîqrariya wê li herêmê zêde dike.

Di heman demê de bang li dewletên herêmê û civata navneteweyî dikin ku doza Kurd bi awayekî durist, mîna rastiyeke dîrokî û hêmaneke ewlehî di nexşekirina pêşeroja dîroka herêmê û pêkanîna xwestekên gelê Kurd de, binasin û fêm bikin. Divê ew têkoşîna gelê Kurd ku têkoşîna ji bo gelên herêmê li dijî Osmaniya Nû û tîmayên wê yên berfireh li herêmê bizanin.

Civata navneteweyî û NY’yê li hember terora rejîma Tirkiyê ya li dijî gelê me berpirsiyar in û ev bêdengî û necesareta li hemberê şirîkatî ye. Divê civata navneteweyî helwestekê li dijî dewleta Tirk nîşan bide da ku êrişên xwe yên dijminane yên li dijî gelê me bi dawî bike.”

 Her wiha PYD’ê bang li gel û hemû hêzên siyasî û nîştimanî yên Kurdistanî û demokratîk kir ku bibin yek û hemû derfetên xwe di oxira parastina destkeftiyên gel û nirxên me de seferber bikin û asta berxwedanê li gorî prensîba şerê gel ê şoreşger ku garantiya parastina gel û destkeftiyên wî ye, bilind bikin.

(fr)