Rojnameyên erebî: Li pey şerê li Efrînê plana dewleta Tirk heye

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa şerê di navbera çeteyan de yê li bakurê Sûriyê, ‎aloziya Lubnanê û zordestiya rejîma Îranê ya li dijî jinan kir.‎

Rojnameyên erebî: Li pey şerê li Efrînê plana dewleta Tirk heye
19 cotmeh, 2022   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN

‛DEWLETA TIRK LI BAKURÊ SÛRIYÊ ÇI PLAN DIKE?‎’

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Li herêmên bakurê Sûriyê yên di bin serweriya ‎hêzên Tirkiyê de bi ketina Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) re di nexşerêya serweriyê de ‎guhertin çêbû. Şîrovekar destnîşan dikin ku eger ne bi erêkirina Tirkan bûya, Heyet Tehrîr El Şam nikarî ‎bikata herêmê. Ev yek li ser niyetên Tirkiyê pirsan derdixe holê?‎

Çavdêr jî dibêjin ku guhertina nexşerêya serweriyê li bakurê Sûriyê li pêş çavên hêzên Tirkiyê yên Ii ‎herêmê pêk tên, ku roja sêşemê ket tevgerê û ji bo destekdayîna hevalbendên xwe wesayîtên leşkerî ‎şandin herêmê.‎

Di çend rojên dawîn de ji bo rawestandina şer û rêgirtina pêşîgirtina kontrolkirina herêmên serweriya ‎Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam ve, tu destwerdan an zext ji aliyê Tirkiyê ve ‎çênebûye. Ruxmî ku Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê destekê jê digire.‎

Şîrovekarê siyasî Sedam El Casir dibêje ji berjewendiya Tirkiyê ye ku tenê eniyeke aktîv hebe li herêmê ‎serwer be û got: “Bi vê yekê dikare ji komên din zêdetir kontrolê li ser vê komê bike, Tirkiye ev yek di ‎Heyet Tehrîr El Şam de dît.”‎

Her wiha diyar kir ku Heyet Tehrîr El Şam ji komên din zêdetir dikare di pêvajoya bê de berjewendiyên ‎Tirkiyê li bakurê Sûriyê pêk bîne. El Casir amaje bi vî tiştî jî kir ku bêdengiya “hikumeta demkî” û “îtîlafê” ‎têkildarî bûyeran, niyeta Tirkiyê ye der barê van geşedanan de nîşan dide.‎

Rojnameyê ev bûyer bi dan û standinên tê payîn di navbera hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de bên ‎kirin ve, girê da û got: “Şîrovekar dibêjin ku serweriya Heyet Tehrîr El Şam li ser herêmê, dan û ‎standinên di dema pêş de bi hikuemta Şamê re hêsan dike, di vê rewşê de dê bi blokeke teslîmbûyî re ‎rû bi rû be ku guehrtinên navneteweyî li ser erdê qebûl bike.‎

Heman kes destnîşan dikin ku ji bandorên sereke yên vî şerî niha lawazxistina Feyeqa 3`yemîn e û ‎xistina herêmê di bin serweriya Heyet Tehrîr El Şam û komên El Hemze û Firqeya Suleyman Şah de, ku ‎çi dan û standinên bi hikumeta Şamê re hêsan dike.”‎

‛LUBNAN; QONAXA BENDEWARIYA GIRAN DEST PÊ DIKE’

Der barê rewşa Lubnanê de, rojnameya El Beyan ev tişt nivîsî: "Bi leza jimartinê re ku serdema serok Mîşêl Ewn di 31’ê vê mehê de li gel tevliheviya hewlên dubarekirî yên lihevkirina li ser dosyaya hikumetê ku ji 5 mehan ve taloqkirî ye, bi dawî dibe rêjeya dane û rastiyên ku îsbat dikin ku Lubnan li hemberî du valahiyên; serokatî û hikumetê ye, bilind dibe.

Lê nixumandin ji niha û heta 31’ê mehê ve bibe sernavê qonaxê. Dê ew yek li gel sînaryoyan bimîne ku ji gelek kesan ve diyar dibe ku nêzî "rîskan" be û aliyên wê nehatine hesabkirin. Bi wê re rêjeya metirsiya ku Lubnanê ber bi tecrûbeyeke nû ji valahiya serokatiyê ve biçe bilind dibe. Têkildarî vê yekê hemû destnîşan dikin ku ger tiştek di vê serdemê de pêk bê dê di bibe destpêka qonaxa bendewarî ya giran.

Li gel bendewariya gera serokatiyê ya sêyemîn ku tê payîn pêncşemê li dar bikeve, hemû li ser xetimîna hundirîn têkildarî mafên serokatiyê li hev dikin. Lê ne diyar e di demeke nêz de ev yek çareser bibe, bi taybet pêkhatên hundirîn êdî xwe radestî valahiya yekemîn a serokatiyê kiribûn û êdî bi vê valahiyê re dijîn û li benda temambûna rewşên objektîv in ku serokekî nû were hilbijartin.

Hîna çav li dagirtina valahiya gera sêyemîn a serokatiyê ne, di heman demê de aliyên siyasî yên têkildar ji El Beyan re da zanîn ku tunebûna hikumeteke xwedî hemû derfetan tê wateya vekirina deriyê Lubnanê ber bi nediyarbûnê ve ye."

‛ÇIYAGEREKE ÎRANÎ PIŞTÎ LAÇIKA XWE RAKIR, WINDA BÛ’

Têkildarî rewşa Îranê rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Duh gelek alî bi çarûnsa ‎çiyagera îranî Elnaz Rekabî ku bêyî laçikê beşdarî şampiyonaya li Koreya ‎Başûr bûye, mijûl bûn. Ew çiyager piştî du rojan ji beşdarbûna şampyonê winda bû. Lê ‎Tehranê ragihand ku ew li ser rêya vegera li welatê xwe ye. Di heman demê de jî ‎çalakgeran texmîn kir ku ew hate neçarkirin ku zû vegere û dê rastî sûîqestkirinê were.‎‏ ‏

BBC Farisî li ser zimanê çavkaniyekî da zanîn ku berpirsên îranî telefona Elnaz Rekabî û ‎pasporta wê desteser kirin.‎

Balyozxaneya Îranê ya li Koreya Başûrê diyar kir ku Elnaz Rekabi sibeha sêşemê ji Seulê ‎derket. BBC destnîşan kir ku dihat payîn ku divyabû vegera Rekabî çarşemê bûya. Lê diyar e ‎gera wê bi awayekî nayê texmînkirin bi pêş de hat. Malpera IranWire ku rojnamegerê ‎Canada-Îranî Maziar Baharî ava kir got dê Rekabî yekser ji "girtîgeha Evîn" re were ‎veguhastin.‎

Komseriya NY’yê ya mafên mirovan duh eşkere kir ku di xwepêşandanên Îranê yên girseyî ‎yên berdewam de 23 zarok hatine qetilkirin û herî kêm 90 rojnameger, parêzer, ‎hunermend û çalakgerên hiqûqnas hatin girtin."‎