TEV-DEM`ê li ser bikaranîna çekên kîmyewî: Aliyên navneteweyî berpirs in

TEV-DEM`ê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir û tekez kir ku ev yek wan jî dike hevkar û ew ji kiryarên terora dewleta Tirk berpirsyar in. TEV-DEM'ê her wiha banga xwebirêxistinkirina li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî kir û got "Ew misogeriya parastina nirx û vîna me ye.”

TEV-DEM`ê li ser bikaranîna çekên kîmyewî: Aliyên navneteweyî berpirs in
19 cotmeh, 2022   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 17'ê Nîsana de dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrişên hovane li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne.

Duh (18`ê Cotmehê) Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameyên 17 şervanên ji hêzên Gerîla eşkere kirin ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn. NPG`ê bal kişand ser zêdebûna êrişên kîmyewî ji ber bêdengî û piştgiriya navneteweyî ya ji bo van êrişan.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî mijarê daxuyaniyeke  nivîskî ji raya giştî re da û tê de êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî wan şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

‘CIVATA NAVNETEWEYÎ NE CIDÎ YE Û JI PÎVANÊN XWE YÊN EXLAQÎ Û HIQÛQÎ DERKETIYE

“Di demekê de ku civata navneteweyî û saziyên Neteweyên Yekbûyî şerê bikaranîna çekên nukleerî û kîmyewî dikin û rê li ber belavbûna wan digrin ji tirsa bikaranîna wan li dijî mirovatiyê, ku dibe ji bo parastina ewlehî û îstiqrara cîhanî ti welat newêre wan li dijî welatek din bi kar bîne, lê tişta xuya dike ev e ku civata navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Nukleerî, li dijî çekkirin û belavkirina çekên nukleerî û kîmyewî ne cidî ne û ji prensîbên xwe yên exlaqî û qanûnî yên rêgirtina li bikaranîna çekên xetere derketine yên ku ne mirov û ne jî xweza dê jê xilas nebin û hemû zindiyan bi temamî tune dikin.

Dibe ku li cem hinek welatan şîrketên çêkirina van çekên qedexekirî hebin û di bin berpirsiyariya qanûnî û cezayên navneteweyî de bin. Lê welatê ku herî zêde cesaret dike li ser asta cîhanê bi kar bîne, dewleta Tirk a Tirk e û bi sedan caran bi kar aniye. Belge, dîmen û belgeyên pêbawer hene ku bi rêya gelek dezgehên ragihandinê û li ber çavên civata navneteweyî û hemû sazî û rêxistinên ku bikaranîna van çekan di warê navneteweyî de qedexekirî, qedexe dikin, hatine belavkirin. Lê bêdengiya aliyên pêwendîdar rê dide dewleta Tirk a dagirker ku van çekan li dijî gerîlayên ku rûmet û nirxên mirovahiyê diparêzin bi kar bîne û di encamê de vê dema dawî 17 şervan şehîd bûn.”

‘NE CARA YEKEM E KU DEWLETA TIRK ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE’

TEV-DEM’ê destnîşan kir ku ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bikar tîne. "Faşîzma Tirk li gelek herêmên me yên weke Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar aniye.”

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi windahiyên dagirkeriya Tirk kir û wiha got: "Her ku dewleta Tirk bi bin dikeve û hêzên wê felc dibin çekên qedexekirî mîna fosfor, goşe û kîmyewî bi kar tîne. Ev krîmînîlîzekirina dewleta Tirk a terorîst ji siyasetên wê yên qirkirina etnîkî pêk tên, ne tenê ji binpêkirinan. Lê ev yek sûc û komkujiyeke rasteqîn li dijî gel û vîna me ye û divê were cezakirin. Bikaranîna çekên giran; balafirên şer, bêmirov û tevahî çekên qedexekirî ne ji valahiyê tên, lê belê ji encama hilweşîn moralên hêzên wan ên li hember berxwedna gerîlayên leheng ku dorpêçkirî ne, pêk tên."

‘BÊDENGIYA LI HEMBER SÛCÊN DAGIRKERIYÊ JI BER HEVKARIYÊ YE’

TEV-DEM’ê bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kir û da zanîn ku ev yek hevkarî ye û ev tişt got: "Em bi tundî bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên NY’yê li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin ku ew yek jî hevkarî ye û ew li hember hemû kiryarên dewleta Tirk ên li dijî vîna gelan û berxwedana gerîla ku êdî bûye mîraseke çandî û sembola hêviyên civakên têkoşer, berpirsiyar in."

‛DIVÊ EM XWE LI GORÎ PRENSÎBÊN ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ BI RÊXISTIN BIKIN’

TEV-DEM’ê bang li hemû hêzên siyasî û nîştimanî yên Kurdistanê kir ku asta berxwedanê li gorî prensîbên şerê gel ê şoreşger bilind bikin û nirxan biparêzin û wiha di dawiya daxuyaniyê de got: "Em bang li gelê me li her derê dikin, her wiha bang li tevahî hêzên siyasî û nîştimanî yên Kurdistanî dikin ku faşîsta Tirk dijminekî tirsonak û hov e û bê dudilî û bi desteka navneteweyî ya eşkere me qetil dike. Divê em bibin xwedî helwestên nîştimanî ku hemû derfetên xwe ji bo parastina destkeftî û nirxên xwe xerc bikin û xwe bi rêxistin bikin û asta berxwedana xwe li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî bilind bikin. Ji ber ew yek garantiya rasteqîn a parastina nirx û vîna me ye."

(hs,fr)