​​​​​​​Rewşenbîr û siyasetmedar: Armanca dewleta Tirk dagirkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye

Siyastmedar û rewşenbîran da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji zêdekirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê ew e ku Mîsaqî Mîllî pêk bîne. Her wiha diyar kir ku divê Kurd bibin yek da ku li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin.

​​​​​​​Rewşenbîr û siyasetmedar: Armanca dewleta Tirk dagirkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye
19 cotmeh, 2022   06:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo ku Mîsaqî Mîllî pêk bîne, dewleta Tirk hewl dide ku herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û Başûrê Kurdistanê kontrol bike da ku beriya sedsaliya Peymana Lozanê tev li erdnîgariya xwe bike. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk êrişên li dijî herêmê zêde dike û fermandarên pêşeng û kesayetên girîng dike hedef.

Li gel ku serokê îstîxbarata dewleta Tirk Hakan Fîdan serdana xwe ji Iraqê re dubare kir û gelek hevdîtinên veşartî û eşkere bi rayedaran re kirin, lê belê êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Têkildarî mijarê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Helebê Mihemed Şêxo bal kişand ser êrişên dijwar ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Êrişên wê ne nû ne, dewleta Tirk li gorî plana ku ji beriya çend salan ve çêkiriye, van êrişan îro pêk tîne.”

Şêxo destnîşan kir ku armnca dewleta Tirk ji zêdekirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku projeya Rêveberiya Xweser derbe bike û têk bibe. Her wiha anî ziman ku dewleta Tirk projeya Rêvberiya Xweser a ku aloziya Sûriyê çareser dike, li ser wê û planên wê yên Osmanî xeter dibîne.

Dewleta Tirk di 2018`an de Efrîn û paşê di 2019`an de Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin.

‘RÊBAZÊN SEXTE BI KAR TÎNIN!’

Li ser bikaranîna dewleta Tirk ji sîxur û ajanan re di pêkanîna planên xwe yên Osmanî de ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bike û Mîsaqî Mîllî pêk bîne, Şêxo got: "Dewleta Tirk rêbazên qirêj bi kar tîne, her wiha toreyeke sîxuran ava kiriye da ku agahiyên têkildarî fermandaran bigihînin wê, paşê wan hedef bigire. Gelek fermandarên herêmê bi rêya xiyanetê şehîd bûn, dewleta Tirk di şerê xwe de bi tu rêgez û nirxan ne pabend e.”

Têkildarî nêzîkbûna Enqere û Şamê ku ji aliyê çapemeniya Tirk ve tê belavkirin û serdana Hakan Fîdan ji Iraqê re, Şêxo piştrast kir ku dewleta Tirk hewl dide ku têkiliyên xwe bi tevahî aliyan re xurt bike, da ku di têkbirina projeya neteweya demokratîk de alîkariya wê bikin.

‘JI BILÎ PÊKANÎNA RÊYA XWEPARASTINÊ TU RÊ LI PÊŞIYA ME NÎN IN’

Ji bo sekna li hember planên dewleta Tirk û têkbirina planên wê, Şêxo got: “Li pêş me ji bilî xweparastinê tu rê tune ne, da ku destkeftiyên xwe biparêzin, xwe bi pêş bixin, projeya xwe bi ser bixin û planên dewleta Tirka ên dagirkirina herêmê têk bibin.”

Di vê dawiyê de behsa hewldanên dewleta Tirk û Rûsyayê tê kirin ku Lihevkirina Edeneyê biguherin a ku di 1998`an navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de çêbû ku armanc dike ku Kurdan û têkoşîna wan tune bikin.

Têkildarî wê Menan Cafer diyar kir ku armancên Lihevkirina Edeneyê ya sala 1998`an ku dewleta Tirk 5 kîlometre bikeve xaka Sûriyê ew in ku çalakiya Kurdan tune bikin û wiha got: "Ev peyman li dijî hebûna Kurdan bû, hewldanên dewleta Tirk ji wê demê û heta niha qirkirina Kurdan e."

Menan Cafer diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazên leşkerî, siyasî, bikaranîna çeteyan şoreşa Rojava û Rêvberiya Xweser têk bibe û wiha domand: "Ji serdema Osmanî û heta serdema Kemal Ataturk jî dewleta Tirk qirkirinan pêk tîne. Rêber Ocalan di parêznameya xwe ya pêncan de bi bîr xist ku nêzîkatiya dewleta Tirk ji doza Kurd re ne tenê li ser qirkirina çandî ye, lê belê qirkirina giştî ye."

PÊKANÎNA MÎSAQÎ MÎLLÎ

Cafer diyar kir ku tevahî planên dewleta Tirk li ser esasê pêkanîna Mîsaqî Mîllî ku hemû herêmên dewleta Osmanî wê demê dagir kiribûn vegerînin û ev tişt got: "Ev plan ne tenê li ser xaka Kurdistanê ye, lê belê li ser Tûnis, Yemen û Lîbyayê jî."

Cafer ev tişt anî ziman: "Xewna Erdogan a vegerandina xîlafeta Osman îro bi destê çeteyan û desteka hin aliyên Kurd mîna hikumeta Başûr ku desteka yekser di qirkirina Kurdan de dide wê, pêk tê."

Cafer li ser tiştê ji Kurdan tê xwestin ku planên dewleta Tirk têk bibin, wiha got: "Dijmin hewl dide me tune bike. Ji lew re tiştê ji me Kurdan tê xwestin ku kongreyeke nîştimnî ya Kurdistanî bi lez were lidarxistin ku tê de hemû aiyên Kurdî beşdar bibin."

Menan Cafer anî ziman ku divê Kurd bibin yek û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em di qonaxa parastina hebûnê de ne, dewleta Tirk jî li dijî gerîlayên me yên li serê çiyan çekên kîmyewî bi kar tîne û civata navneteweyî bê deng e. Ji lew re sekna li hember vê yekê erka hemû Kurdan e.”

(dm)

ANHA