Meclisa Şengalê êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk şermezar kirin

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî daxuyaniyek da û îşaret bi bêdengî û rola hikumeta Iraqê û PDK’ê ya li hember êrişan kir û diyar kir ku dê li gel gerîlayên azadiya Kurdistanê bin.

Meclisa Şengalê êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk şermezar kirin
19 cotmeh, 2022   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) di daxuyaniya xwe wiha got:

“Wekî tê zanîn, dewleta Tirk a dagirker di 14’ê Nîsana 2022’yan de li hemberî gerîlayên PKK’ê li Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrişeke nû ya qirkirinê kir. Ev pêla êrişê ya dawî, di heman demê de êrişên dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye. Li hemberî van êrişên qirkirinê jî gerîlayên azadiyê bi vîn û baweriyeke mezin li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Artêşa Tirk, ruxmê ku teknîka herî bilind a cîhanê li hemberî gerîla bikar tîne jî nikare îradeya gerîlayan bişikîne. Berevajî armancên xwe, artêşa Tirk li ber berxwedana gerîla li ber têkçûnê ye.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo rê li ber vê têkçûnê bigire, li gel teknîka bilind her cûre çekên qedexekirî û çekên kimyewî bikartîne. Li gor encamên şer ku Navenda Parastina Gel ragihandiye raya giştî, dewleta Tirk di nav van 6 mehan de derdora 2500 caran bi çekên kimyewî an jî çekên qedexe êrişê hêzên gerîla kiriye. Bi taybet di demên dawî de êdî rojane çekên kimyewî bi kar tîne û tenê di 2 mehên dawî de 17 gerîlayên azadiyê bi van çekan, bi awayekî hovane hatine qetilkirin.

‘PDK JÎ HEVKARÊ VAN SÛCAN E’

Ev êriş li ber çavê hemû cîhanê berdewam dike. Heya niha hêzên navneteweyî û saziyên eleqeder, der barê vê mijarê de ne tu lêkolîn dane destpêkirin ne jî daxuyaniyek dane. Lê hêzên gerîla, der barê van sûcên mirovahiyê de gelek dîmen û belge bi raya giştî re parve kirin, sûcên şer bi dîmenan îsbat kirin. Li ser vê esasê hin sazî û kesayetên serbixwe, ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kimyewî xwestine derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û biçin qadên şer. Lê vê carê jî PDK rê li ber lêkolîna van şandeyan girt û bi vî awayî xwest sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker veşêre. Ji ber vê rastiyê, PDK jî hevkarê van sûcên mirovahiyê ye û di şehadeta gerîlayan de berpirsyar e.

‘BÊDENGIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ Û DEWLETA IRAQÊ CESARETÊ DIDE DEWLETA TIRK’

Dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla şerekî adilane nameşîne, şerekî kimyewî dimeşîne, sûcê mirovahiyê dike. Bêdengiya hêzên navneteweyî, saziyên pêwendîdar û dewleta Iraqê jî rê li ber berdewama van êrişan vedike û cesaretê dide dewleta Tirk a dagirker.  

 Em wek civaka êzidî, êrişên li ser hêzên gerîla wekî êrişên li ser hemû mirovahiyê dibînin. Û bi taybet jî wekî êrişên li ser civaka êzidî dibînin. Ji ber ku em baş dizanin, gerîlayên azadiyê ji bo parastina rûmeta hemû mirovahiyê, hemû gel û baweriyan li ber xwe dide. Gerîlayên azadiyê, bê ferq û cûdahî heya niha xwe gihandine hawara hemû gel û baweriyan. Civaka êzidî vê heqîqetê di fermana 2014’an de bi her awayî dît û nas kir.

‘GERÎLA DI FERMANÊ DE XWE GIHAND HAWARA ME, ÎRO JÎ EM Ê RÊ LI BER VAN ÊRIŞAN BIGIRIN’

Gerîlayên azadiyê di rojên fermanê de, di rojên qirkirinê de xwe gihandin hawara me. Îro jî li ser gerîlayên azadiyê êrişên qirkirinê hene. Îro jî berpirsyariya me ye ku em rê li ber van êrişên bi çekên kimyewî bigirin. Çawa ku gerîla civaka êzidî parast, îro jî erka me ye ku em gerîlayên azadiyê bi hemû hêza xwe biparêzin. Em bang li hemû Êzidiyan dikin ku, li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk hemû hêz û derfeta xwe bikin nav tevgerê. Ji Şengalê heya Ewropayê hemû êzidî pêwîst e bi yek dengî û yek dilî li dijî van êrişan rabin. Em baş dizanin ku parastina gerîlayên azadiyê parastina rûmeta hemû mirovahiyê ye.

Her wiha di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) em bang li hemû hêzên navneteweyî, saziyên eleqeder dikin ku li hemberî sûcen mirovahiyê yên artêşa Tirk dengê xwe bilind bikin. Lazim e saziyên NY û saziyên eleqeder der barê bikaranîna çekên kimyewî de dest bi lêkolînan bikin. Bi taybet dewleta Iraqê lazim e li hemberî êrişên dagirkeriyê û bikaranîna çekên kimyewî bi erka xwe rabe, van êrişan bike rojeva xwe û gavên pêwîst bavêje. Lazim e dewleta Iraqê dîroka xwe ji bîr neke ku ji ber çekên kimyewî ew çend êşên mezin hatin kişandin, gelên Iraqê hê jî ew rojên kimyewî ji bîr nekirine. 

‘DILÊ ME BI GERÎLAYÊN AZADIYÊ RE YE’

Em wek civaka êzidî û gelên Şengalê bi hemû hêz û hezkirina xwe li gel gerîlayên azadiyê ne. Dilê me bi gerîlayên azadiyê re ye û ji bo rê li ber van êrişên qirkirinê were girtin, em ê jî bi hemû hêza xwe di nav tevgerê de bin.”