​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê êrişên çekên kîmyawî li dijî gerîla şermezar kir

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê bi xwepêşandanekê êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyawî şermezar kir. Endama rêveberiya yekitiyê, Rîm Dada êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê wek berdewakirina komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan bi nav kir.

​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê êrişên çekên kîmyawî li dijî gerîla şermezar kir
18 cotmeh, 2022   19:21
MINBIC

Navenda Biryargeha Parastina Gel (NPG) nasnameya 17 şehîdan eşkere kir ku di êrişa bi çekên kîmyawî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne û destnîşan kir ku ji ber bêdengî û desteka navneteweyî, ev êriş zêde bûne.

Vê êvarê endamên Yekitiya Jinên Ciwan bi koordîneya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê, xwepêşandaneke bi meşeleyan li dar xist û êrişên bi çekên kîmyawî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya navneteweyî li hemberê şermezar kir.

Xwepêşandan ji çerxerêya Mîzan dest pê kir û li çerxerêya Meseb rawestiya û veguherî mitingê.

Di mitingê de, endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Dada û got: “Em hemû şehîdên tevgera azadiyê bibîr tînin ku ji bo azadiya hemû gelan canê xwe feda kir. Her wiha em şehîdên berxwedana gerîla bibîr tînin ku di êrişa çekên kîmyawî de şehîd bûne.”

Rîm Dada wiha domand: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker ji 17`ê Nîsanê ve, berdewama komploya li dijî rêber Ocalan e. Ji ber ên nûnertiya fikr û felsefeya rêber Ocalan dikin, gerîla ne. Armanca dewleta Tirk a dagirker, binxistina projeya netewa demokratîk e ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye.”

Di dawiyê de Rîm Dada soza berdewamkirina berxwedanê û piştgiriya gerîla da.

ANHA