Yekitiya Ragihandina Azad gefxwarina li dijî rojnamevan Newaf Xelîl şermezar kir

Yekitiya Ragihandina Azad, gefa ku li rojnamevan û mudîrê Navenda Kurdî ya lêkolînan bi awayekî zindî ji aliyê kesayetekî girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hatiye xwarin şermezar kir û bang li rêxistinên hiqûqî kir ku xwedî li erka xwe derkevin.

Yekitiya Ragihandina Azad gefxwarina li dijî rojnamevan Newaf Xelîl şermezar kir
18 cotmeh, 2022   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan û mudîrê Navenda Kurdî ya Lêkolînan  dema ku li ser kanala El Erebiye bi awayekî zindî derketibû û behsa rewşa Efrînê dikir, rojnamevanekî ku alîgirê dagirkeriya Tirk e gef lê xwar.

Di axaftina xwe de, kesê bi navê “Bakîr Atacan” gef li Newaf Xelîl xwar ku îstixbarata Tirk dê li nivîsgeha wî be û di wextê xwe de dê karê xwe bike. Bi vê yekê eşkere kir ku îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker êrişan li dijî çalakvanan pêk tîne û kesên li hember siyasetên wê derdikevin dike hedef.

Yekitiya Ragihandina Azad der barê vê bûyerê de daxuyaniyek da ku tê de gefa ku li Newaf Xelîl hatiye xwarin şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya binpêkirina pîvanên navneteweyî, kesayetekî çapemeniyê ku li şûna dewleta Tirk bi erebî diaxive, “Bakîr Atacan” li ser weşana zindî ya kanaleke televizyonê gef li rojnamevanê Sûrî û mudîrê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl ê niha li Almaniya ye xwar.

Bakîr Atacan li şûna desthilatdara Tirk ji birêz Newaf Xelîl ê di bernameyê de mêvan bû re got “Istxbarata Tirkiyê di buroya te de ye” û di weşana zindî de gef lê xwar.

Em wekî Yektiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefa Bakîr Atacan di weşana zindî de li dijî rojnamevan û mudîrê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl xwariye, şermezar dikin.

Her wiha, em wek yekitiyekê ku rojnamevanên sûrî yên li derve û hundir diparêz, em vê gefê rasterast ji aliyê desthilata Tirk ve dibînin, lê bi rêya kesayetên ku maskên rojnamevaniyê li xwe kirine.

Ji lewma  em ji kanala El Hedes bi taybet, hemû kanalên televizyonê û saziyên ragihandinê daxwaz dikin der barê kesên ku di bin perdeya ragihandinê de bi navê istxbaratên dewletên dijberiya gelê Kurd û sembolê wê li her derê dikin, diaxivin, baldar bin.

Di heman demê de banga me ji hemû rêxistinên hiqûqî û bi taybet ên li ser parastina azadiya ragihandinê dixebitin re ku erka xwe der barê vê gefê de pêk bînin.

(mh)