​​​​​​​Çavkanî: Goreke komî li kêleka girtîgehekê li Kefercenê hat dîtin

Îro, goreke komî li kêleka girtîgeha Kefercenê ya li navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî hat dîtin ku çeteyên “El Cebhe El Şamiye” ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ew kontrol dikirin.

​​​​​​​Çavkanî: Goreke komî li kêleka girtîgehekê li Kefercenê hat dîtin
18 cotmeh, 2022   14:22
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih ji hundirê kantona Efrîna dagirkirî dan zanîn ku duh bi şev, goreke komî li kêleka girtîgeha gundê Kefercenê yê navçeya Şera hat dîtin ku wek girtîgeha herî metirsîdar a Efrîna dagirkirî tê naskirin û ji aliyê çeteyên “El Cebhe El Şamiye” ve dihat birêvebirin, beriya ku çeteyên Tehrîr El Şamê duh bi şev gund kontrol bike.

Her wiha, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka êrişa li dijî kantonê di 20’ê Çileya 2018’an de û heta niha sûc û komkujiyan li kantonê pêk tînin.

(mh)

ANHA