​​​​​​​Xelkê herêma Efrînê li hember êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk derket

Îro bi sedan şêniyên herêma Efrînê li Kantona Şehbayê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên bi çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, daketin qadan.

​​​​​​​Xelkê herêma Efrînê li hember êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk derket
​​​​​​​Xelkê herêma Efrînê li hember êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk derket
​​​​​​​Xelkê herêma Efrînê li hember êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk derket
​​​​​​​Xelkê herêma Efrînê li hember êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk derket
​​​​​​​Xelkê herêma Efrînê li hember êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk derket
​​​​​​​Xelkê herêma Efrînê li hember êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk derket
​​​​​​​Xelkê herêma Efrînê li hember êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk derket
​​​​​​​Xelkê herêma Efrînê li hember êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk derket
18 cotmeh, 2022   17:41
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bêndengiya navneteweyî li hember wan êrişan, daketin qandan.

Îro, Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameyên 17 gerîlayên ku bi êrişên dagirkeriya Tirk ên bi çekên kîmyewî şehîd bûne, eşkere kirin û îşaret bi zêdebûna êrişên kîmyewî û bêdengî û destekdayîna navneteweyî ji bo van êrişan kir.

Xwepêşandan ji ketina navçeya Fafînê ya Şehbayê dest pê kir û ber bi qada Siwaqa ya navçeyê dewam kir. Tê de alên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), wêneyên rêber Ocalan û wêneyên şehîdan rakirin û bênavber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Gerîla û berxwedana Rêber Ocalan” û sloganên dilsoziya bi şehîdan re qêrîn.

Li Qada Siwaqa endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Zelal Ebdo di serî de hemû şehîdên Kurdistanê yên ku ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kirin, bi bîr anîn.

Zelal diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji beriya 8 mehan ve li dijî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên bi çekên kîmyewî pêk tîne, ku heta niha jî tu gav pêş de neavêtiye.

Zelal destnîşan kir ku ev 50 sal in berxwedana bi pêşengtiya rêber Ocalan û Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê didome û got: “Li ser vê esasê jî kes nikare me û îradeya me têk bibe.”

Zelal tekez kir ku bi ruhê ciwanan ku xwe dispêre fikrê rêber Ocalan ew ê berxwedanê bidomînin.

Piştre, cîgirê hevseroketiya Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo wiha axivî: “Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve delîlê lawaziya wê li hember berxwedana gerîla ye.”

Ebdo wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide xîlafeta Osmaniyan li ser hesabê gelan nexasim gelê Kurd vejîne.”

Ebdo wiha li axaftina xwe zêde kir: “Em dizanin ku dewleta Tirk dijmina gelê Kurd e û şerê Kurdan dike, lê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî gerîla asteng dike û şerê wan dike.”

Di dawiya axaftina xwe de Mihemed Ebdo teqezî bi mezinkirina têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk kir.

Xwepêşandan bi sloganên “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(mh)

ANHA