Şerê di navbera çeteyên Enqereyê de mijara rojnameyên erebî ye

Duh careke din şer di navbera çeteyên dewleta Tirk de li gundewarên Efrînê derket. Parlamenterekî diyar kir ku têkildarî beşdarbûna avakirina hikumeta nû ya bi serokatiya Mihemed Şiya El Sûdanî parçebûn di nava parlamenterên serbixwe de hene.

Şerê di navbera çeteyên Enqereyê de mijara rojnameyên erebî ye
18 cotmeh, 2022   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, rewşa Iraq û Sûdanê mijarên sereke yên rojnameyên erebî yên îro bûn.

‘LI BAKURÊ HELEBÊ DÎSA DI NAVBERA ‘CEYŞ EL WETANÎ’ Û ‘TEHRÎR EL ŞAM’ DE ŞER RÛ DA’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El Awsat wiha nivîsî: "Duh (duşem) li gundewarên Efrînê yê bakurê rojavayê Helebê yê di bin serweriya Tirkiyê de, careke din di navbera ‘Feyleq El Salis’ ku pêkhatyeke ‘Ceyş El Wetanî El Sûrî’ ye, ya desteka xwe ji Enqereyê digire û ‘Heyet Tehrîr El Şam’ bi beşdarîbûna komên din, yên sere wekî El Emşat û El Hemzat, derket. Ev şer piştî lihevkirinekê ku dirêj nekir, derket. Lihevkirin êvara roja înê hat îmzekirin. Li gorî vê lihevkirinê, şerê di navbera her du aliyan de yê hefteya borî were rawestandin, nemaze piştî ku Heyet Tehrîr El Şam bajarê Efrînê û bi dehan gund û bajarokên derdora wê kontrol kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh destnîşan kir ku Heyet Tehrîr El Şam fermandarên komên Cebha El Şamiya (ji Feyleqa 3ʹyan pêk tê) agahdar kirin da ku peymana 15ʹê vê mehê bi hinceta ku bendên wê nayên pêkanîn, betal bike.

Heyet Tehrîr El Şam radestkirina baregehên Feylqa 3ʹyan ên li Efrînê û pevguhertina dîlgirtiyan red kirin. Lê şertek li pêşiya Cebha El Şamiya danî ku baregehên xwe yên li gundê Kefer Cenê yê stratejîk vala bike û radestî Heyet Tehrîr El Şam bike. Cebha El Şamiya ji tirsa ku Heyet Tehrîr El Şam bajarê Ezazê kontrol bike, ev şert red kir. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan duh ragihandibû ku piştî şerekî di navbera van aliyan û Feyleqa 3ʹan de ku li taxên gund rû dabû, Heyet Tehrîr El Şam gundê Kefer Cenê kontrol kir.

Ji komên opozîsyonê çavkaniyekî leşkerî ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, ragihand ku li herêma Meyremîn û Kefer Cenê yên bakurê bajarê Efrînê careke din şerekî dijwar rû da, di şer de her dualiyan çekên giran, tank û moşek bi kar anîn. Heyet Tehrîr El Şam hewl da bi pêş de biçe da ku bajarê Ezazê yê gundewarên bakur ê Helebê kontrol bike ku niha rewşeke serferber a giştî ya şêniyan li bajar û bajarokên derdora wê serwer e û rêyên giştî, sûk û dikanên bazirganiyê hatine girtin, da ku destekê bide Feyleq El Salis li hemberî Heyet Tehrîr El Şam û rê nede ku derbasî bajar bibe.”

‘PARLAMENTERÊN SERBIXWE LI SER BEŞDARBÛNA HIKUMETA EL SÛDANÎ PARÇEBÛYÎ NE’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Çavkaniyekî parlamentoya Iraqê diyar kir ku têkildarî beşdarbûna di hikumeta nû ya bi serokatiya Mihemed Şiya El Sûdanî de parçebûn di nava parlamenterên serbixwe de heye.

El Sûdanî yê ku roja pêncşemê ji bo serokwezîriyê hat erkdarkirin ji bo avakirina hikumeta nû şêwirên xwe bi hêzên siyasî re didomîne.

Parlamenterê serbixwe Basim Xeşan roja duşemê got "Hinek dixwazin bi rêya kabîneyên wezîran beşdar bibin û hinek din hene dixwazin di muxalefeta  parlamentoyê de bimînin da ku çavdêriya xebatên hikumetê bike.

Çavçoveya Hemahengiyê ya bi serokatiya serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûr El Malikî piştî salekê ji nakokî û gengeşeyên bi tevgera Sedr re, karî encamên proseya siyasî li Iraqê kontrol bike.

Çarçoveya Hemahengiyê ku sîwana siyasî ya hêzên ser bi Îranê ve pêk tîne, karîbû piştevaniya hêzên hevpeymanên rêberê tevgera Sedr Muqteda El Sedr, yên mîna Hevpeymaniya Serweriya Sunî û Partiya Demokrat a Kurdistanê werbigire da ku mafên destûrî yên ku di hilbijartina serokkomarê de têne destnîşan kirin û peywira fermî ya serokwezîrê Sûdanê temam bike.

Li gorî agahiyên ku belav bûne, hikumeta bê ji sîstema kotaya partiyekî û mezhebî ya heyî dernakeve, ev jî dê şertên iraqiyan li ser wê lawaz bike.

Rêveberekî Çarçoveya Hemahengiyê duh hûrguliyên kabîneya wezaretên ku serokê hikumetê yê erkdarkirî hewl dide ava bike, eşkere kir.

Rêveber ji Ajansa Şefeq News ya xwecih re got: "Kabîneya wezîran a hikumeta El Sûdanî dê ji 22-24 kabîneyan pêk tê, dê li ser Çarçoveya Hemahengiyê, Hevpeymaniya Serwerî, Hevpeymaniya Ezim a bi serokatiya Musena El Samerayî, Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê werin dabeşkirin.

Rêberê ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku "Dabeşkirina kabîneyên wezîran dê li gorî pergala xalan be, her pênc parlamenterên kabîneyê wezîran e û her 15 parlamenter jî wezaretek serwer e." her wiha destnîşan kir ku heta niha kabîneya wezîran ne amade ye û hêvî tê kirin ku El Sûdanî di hefteya bê de pêşkêşî parlamentoyê bike.”

‘LI SÛDANÊ BI LIHEVKIRINA LEŞKER Û SIVÎLAN HEWLDANÊN ÇARESERIYÊ’

Li ser mijara Sûdanê jî rojnameya El Beyan wiha nivîsand: “Hevbendiya Hêzên Azadî û Guhertinê, Meclisa Navendî ya Sûdanê, nêrîna xwe ya ji bo çareseriya siyasî eşkere kir û destnîşan kir ku ew ê vê nêrînê pêşkêşî hemû hêzên şoreşger ên welat bikin, komên çekdar ên ku Peymana Aştiyê ya Jubayê îmze nekir jî.

Endamê Nivîsgeha Rêveber a Hêzên Azadî û Guhertinê Xalid Omer Yûsif di civîneke çapemeniyê de ku ji aliyê hevpeymaniyê ve hat lidarxistin, got hevpeyman hewl dide çareseriyeke berfireh bibîne. Her wiha gotegotên lihevkirinek di navbera wan û pêkhateya leşkerî de çêbûye derewandin û got tişta ku bû, peywendî di navbera wan û leşkeran de bû, nemaze piştî nîşaneyên derketine ku ji aliyê pêkhateya leşkerî ve bi erênî hatiye wesifandin ku destûra demkî ya ku Sendîqeya Parêzeran amade kiriye, qebûl kirine, her wiha rêbeza medenî ya desthilatê bi hemû astên wê qebûl kirin û soz dan ku çareserî siyasî be.

Nêrîna hevpeymanê heman demê ji proseyeke berfireh a edaletê pêk tê û girîngiyê dide pirsgirêkên aborî li gorî xeteke giştî û mayînde ku aloziya debarê çareser bike. Heman demê sîstema Îxwanî ji holê radike û banga pêkanîna Peymana Aştiyê ya Jubayê dike.”

ANHA