Di nava rojekê de gelek kes li herêmên hikumeta Şamê hatin kuştin

Piştî zêdebûna bûyerên kuştinê li herêmên hikumeta Şamê wekî Quneytera, Dera, Hims û Hemayê gelek welatî û endamên hikumeta Şamê bûn qurbanên van bûyeran.

Di nava rojekê de gelek kes li herêmên hikumeta Şamê hatin kuştin
17 cotmeh, 2022   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Du endamên "Dîfa El Wetenî" ya navenda Miherde ku alîgirên hikumeta Şamê di encama teqîna mayînekê de bi erebeya wan de li nêzî herêma Tinahic a başûrê Wadî Ezîb ê rojhilatê Hemayê hatin kuştin û 5 din jî birîndar bûn.

Li gorî belgeyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji destpêka îsal ve hejmara kesên di encama operasyonên leşkerî yên li Beyara Sûriyê de hatine kuştin gihaştiye, 353 kesan. Ji wan 148 çeteyên DAIŞ'ê ku di encama êrişên esmanî yên Rûsyayê de li herêmên cuda yên çolistana Humsê, Siweyda, Hema, Reqa, Dêrazorê û Helebê hatin kuştin. Her wiha 205 kes ji hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê ne.

Tevî piştgiriya Rûsyayê û êrişên balafirên wê yên şer ên li ser çolistana, lê belê hêzên hikumeta Şamê û komên ku piştgiriya wê dike, hîn jî nikarin çeteyên DAIŞ'ê yên mayî yên ku êrişî hêzên wan dikin û derbeyên giran li wan dixin, têk bibin.

LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ BÛYERÊN SÛÎQASTÊ ZÊDE DIBIN

Li bajarokê Xan Ernebe yê bajarê Quneytrayê nêzî Colanê, welatiyek ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin ku ji gundê Cubata El Xeşeb e.

Li gorî SOHR`ê, kesê kuştî bi xebitîna di qaçaxtiya narkotîkê ji Cin ber bi Derayê ve hatiye tawanbarkirin.

Li ser rêya di navbera Newa-Cibîliyê yê rojavayê Derayê de endamekî hêzên hikumeta Şamê di encama hedefgirtina erebeya lojistîkê de hat kuştin û 2 din jî birîndar bûn ku di nav wan de efserek heye.

Hemwextî wê, tevlihevî li piraniya herêmên hikumeta Şamê belav e nexasim li Derayê ku piştî Lihevanîna, bûyerên kuştin û hêrsa gel li hember siyasetên hikumeta Şamê zêde kirin.

Li bakurê Humsê jî di encama hedefgirtina erebeya "serokê berê yê meclisa bajarê Telbîse" de li nêzî mizgefta Xedîce ya li taxa rojava ku li ser rêya di navbera gundê Cebûrîn û Telbîse de ye, hat kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku kurê yê hatî kuştin li gundewarê bakurê Humsê serokê rêxistina bi navê "Dîfa El Wetenî" ye.

(hs)