Rêxistina Sara bernameya çalakiyên 25`ê Mijdarê eşkere kir

Bi nêzîkbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê re ku dikeve 25`ê Mijdarê, Rêxistina Sara bernameya çalakiyên xwe eşkere kir. Çalakî îro dest pê dikin û dê heta 12`ê Kanûnê bidomin.

Rêxistina Sara bernameya çalakiyên 25`ê Mijdarê eşkere kir
17 cotmeh, 2022   13:03
 QAMIŞLO

Bi boneya nêzîkbûna 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya hemleyek da destpêkirin. Hemle îro (17`ê Cotmehê) dest pê dike û dê heta 12`ê Kanûnê dewam bike.

Rêxistinê destnîşan kir ku armanca wan ji vê hemleyê hişyarkirin û pêşxistina jinan, bidawîkirina tundiyê û avakirina civakeke demokratîk a bêtundî ye.

Rêxistinê her wiha eşkere kir ku ev hemle ji bo jin û mêran e û li Qamişlo, Kobanê, Hesekê, Eyn Îsa û Sirînê dê pêk bê.

Li gorî daxuyaniyê, bernameya hemleyê bi vî rengî ye; dê dirûşmên li dijî tundiya li ser jinan bi zimanên kurdî, erebî, suryanî, ermenî û îngilîzî pankert bên daliqandin. Her wiha dê belavok bên belavkirin, semînerên li ser “rengên tundiyê, zewicandina zarokan, pirjiniyê” bên dayîn, anket bên çêkirin û bi hevkariya Komeleya Şawişka û tora Fermandarên Aştiyê dê serdana gundê Jinwar bê kirin.

ANHA