​​​​​​​Xwendekarên Ermen bûn şampiyona turnovaya futbolê ya Tevgera Xwendekarên Demokratîk

Di turnovaya futbolê de ku Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi dirûşma “Werin Cenga Azadiyê” li dar xistiye de, tîma Xwendekarên Ermen bû şampiyon.

​​​​​​​Xwendekarên Ermen bûn şampiyona turnovaya futbolê ya Tevgera Xwendekarên Demokratîk
16 cotmeh, 2022   16:10
HESEKÊ

Turnova di çarçoveya teşwîqkirina ciwanan li ser werzîşê û pêşxistina behreyên wan de hat lidarxistin.

Maçên turnovayê, li stada Muhterîfîn ê nêzî çerxerêya El Sebax a Hesekê bi tevlêbûna 5 tîman; Xwendekarên Ermen, Xwendekarên Ezîziye, Xwendekarên Weşûkanî, Xwendekarên Serêkaniyê 1 û Xwendekarên Serêkaniyê 2 li dar ketin.

/ar/uploads/files/2022/10/16/155743_1-28large29.webp

Îro maça dawî di navbera Xwendekarên Ermen û Xwendekarên Ezîziye de bû. Di dawiyê de tîma Xwendekarên Ermen bi encama 1-0 bi ser ket û di turnovayê de bû şampiyon.

ANHA