Hikumeta Şamê li Siwêdayê çi lîstokan digerîne?

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, şêniyên Siwêdayê li hemberî siyasetên hikumeta Şamê yên bi armanca koçberkirina wan û guhertina demgorafî sekinin û xeta sêyemîn hilbijart. Di encamên xwepêşandanên berfireh ên gel de hikumeta Şamê neçar ma ku "çareseriyan" pêk bîne da ku xwepêşandanan bisekine û  parêzgehê vegerîne bin desthilatdariya xwe.

Hikumeta Şamê li Siwêdayê çi lîstokan digerîne?
15 cotmeh, 2022   06:04
NAVENDA NÛÇEYAN – LÎLAV DÊWANÎ

Piştî çend rojan ji civîna şêxên Siwêdayê ya bi şandeya ewlehiyê ya hikumeta Şamê û îstixbarata wê  re ku 29ʹê Îlona borî pêk hatibû, hikumeta Şamê  tevî nerazîbûnên hêzên siyasî û leşkerî yên li parêzgehê, navenda "Çareseriyan" li Siwêdayê vekir.

Ji destpêka 2020ʹî ve li parêzgeha Siwêdayê xwepêşandan li dar dikevin. Xwepêşandan ku bi diruşmeyên "Em dixwazin bijîn, na ji gendelî û paşguhkirinê re" dest pê kirin, di sala 2022ʹyan de gihaştin lutkeyê. Xwepêşandên li dijî nebaşbûna rewşa debarê veguherîn bangên "Hilweşandina rejîmê" û pêkanîna biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254ʹan. Di 20ʹê Îlonê de xwepêşanderan rêya navendî û rêya Otostrad Şam-Siwêdayê ya nêzî gundê Hezim ê bakurê Siwêdayî girtin û gef xwarin ku heger hikumet daxwazên wan bi cih neyînin, dê xwepêşandan mezin bikin.

Di civînê de şandeya hikumeta Şamê pêşniyara vekirina "Navenda çareseriyê" li parêzgehê, bêbandorkirina komên xwecehî yên çekdar û vekişandina çekên ne ruxsetkirî ji wan kir. Her wiha  aktîvkirina desthilata dewletê bi desteka civata navneteweyî û aktîvkirina rola zabîteya edlî ya saziya polis û ewlehiya cînayetê, belavkirina nuqteyên kontrolê yên polîsan, xurtkirina rola dadweriyê û kontrolkirina erebeyên ne rêxistinkirî pêşniyar kir.

PÊŞNIYAR HATIN REDKIRIN

Hêzên aktîv ên li Siwêdayî nerazîbûn nîşanî van pêşniyaran da. Berpirsê navenda ragihandinê ya Tevgera "Rîcal El Kerema"  Ebû Teymûr got, tevger rê nade tu aliyan ku tu proje an pêşniyar li dijî berjewendiyên welatiyan pêk bîne. Her wiha destnîşan kir ku divê çareserî li ser asta Sûriyê bi başkirina rewşa debarê û aborî, serbestberdana girtiyan û destpêkirina lihevhatinên nîştimanî yên rasteqîn li tevahî Sûriyê, her wiha şerê li dijî gendeliya di saziyên dewletê de  û rakrina xetereyên komên terorîst ên tundraw be.

Berpirsê navenda ragihandinê ya Tevgera "Rîcal El Kerema" destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêkên li parêzgehê bi rêya navendên "Çareseriyan" û radestkirina çekan, bêyî rakirina bandorên şer û xetereyên li herêmê pêk nayê.

Partiya Lîwa Sûrî jî bi daxuyaniyekê ev pêşniyar red kirin û got: "Hûn ji welatiyan dixwazin ku çekên xwe radest bikin, lê xelkê Siwêdayî ji bîr nake çawa desthilata Şamê bi hevkariya kesayetên îranî DAIŞʹî ji kampa Yermûk anîn bejahiya Siwêdayê, piştre çek ji şêniyên gundên rojhilat vekişand û bi DAIŞʹê re li hev kirin û êrişên wan hêsan kir ku di encama vê êrişê de bi dehan sivîl hatin qetilkirin û jin û zarok hatin revandin. Daxwaza ku xelkê Siwêdayî çekên xwe radest bike cihê gumanan çêdike, nemaze ku komên ewlehiyê yên girêdayî we, komên qaçaxçîtiyên narkotîkî yên ku kartên ewlehiyê hilgirtine, nagire nav xwe. Ev daxwaz destpêka xefkekê li dijî şêniyên Siwêdayî û êrişeke nû ya endamên DAIŞʹê ."

ʹʹÇARESERÎʹʹ DÛRÎ REWŞA GEL E

Der barê mijarê de, rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Lîwa Sûrî ku ji ber rewşên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike ji ANHAʹyê re axivî û got, civîna di navbera hikumeta Şamê û şêxên Siwêdayê de naghêje asta daxwazên şêniyên Siwêdayê. Her wiha diyar kir ku hikumeta Şamê di van civînan de çareseriyên ewlehiyê yên ku dûrî rewşa aloz û xirab a li parêzgehê ne ferz kirin.

Têkildarî vekirina navenda "Çareseriyê" ji aliyê hikumeta Şamê ve li Siwêdayê, rêveberê Nivîsgeha Partiya Lîwa Sûrî wiha got: "Em dibînin ku elaqeya şêniyên Siwêdayê ya ji bo vê navendê lawaz e ku desthilat navê çareseriyê lê kiriye. Şêniyên Siwêdayê ne sûcdar in û ziyan negihandine saziyan, berovajî wê sazî parastin û wekî milkê xwe dibînin, lê berpirsên desthilatê bela anîn ser gelê Sûriyê."

JI BO GUHERTINA DEMGORAFÎ SIYASETÊN ÇEWISTANDINÊ DIMEŞÎNE

Rêveberê Nivîsgeha Partiya Lîwa Sûrî îşart bi siyasetên hikumeta Şamê yên li dijî xelkê Siwêdayê kir û got: "Wekî cezayekê li wan ji ber ku beşdarî şerê desthilatê bûne û birayên xwe yên sûrî qetil kirin, desthilat bi zanebûn siyasetên tîhkirin, birçîkirinê û rezilandinê li dijî xelkê Siwêdayê dimeşîne. Her wiha her tevgerên ku banga başkirina rewşa debarê dikin, diçewisîne da ku wan koçber bike û guhertina demgorafî pêk bîne. Desthilat dizane ku heger tevgerek leşkerî bi çareserkirinê re were girêdan, ew ê karta herî girîng a li pêşberî civata navneteweyî winda bike, ku ew jî  karka parastina kêmneteweyan e. Em xwe wekî kêmneteweyan nabînin, ji ber ku em parçeyek e ku ji gelê Sûriyê nayê qutkirin, ji ber v yekê desthilat van siyasetan dimeşîne."

Parêzgeha Siwêdayê helwesteke bêalî li hember aloziya Sûriyê girt û di şer de xeta sêyem hilbijart. Xelkê Siwêdayê xwe bi rêxistin kir û rêveberiya xwe û hêzên xwe yên siyasî leşkerî ava kirin. Ya herî girîng Tevgera "Rîcal El Kerama" ye ku di sala 2013ʹan de ji aliyê Şêx Wehîd El Belûs ve hate avakirin. Armanca vê tevgerê  ew e ku nehêle hikumeta Şamê ciwanên ku qebûl nakin leşkeriya neçar pêk bînin, bigire.

Her wiha Partiya Lîwa Sûr  jî hat avakirin ku ji aliyê komek siyasetmedarên muxalif ên li Siwêdayê pêk tê. Armanca partiyê; vegerandina rola rastqîn a durziyan di proseya siyasî de û avakirina destûreke demokratîk li welat e.

Hikumeta Şamê nekarî civaka Durzî bi komên îslamî yên dijberê xwe ve girêbide, ji ber ku ew ji mezhebeke ne sunnî ye, lê bi zanebûn civak ji hundir perçe kir. Bi vî awayî bû sedema belavbûna çekên bêserûber di nav civaka Siwêdayê de. Ji wê zêdetir bi hevkariya Ewlehiya Leşkerî ya Navendî û şaxê wê li herêmê gelek komên çekdar, di nav wan de yên olî  hatin avakirin. Ev kom li dijî xelkê sûcên qetilkirin, revandin û diziyê dikin. Heman demê kesên ku ji bo xizmeta leşkerî dihatin xwestin jî di nav refên xwe de bi kar anîne, heman demê ji rewşa aborî ya xirab sûdê werdigirin. Ji wan koman koma "Racî Felût" e ku di 27ê Tîrmeha borî de ji aliyê Tevgera ʹʹRîcal El Kerama" ve hat kuştin.

Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Lîwa Sûrî destnîşan kir ku piştî serhildana xelkê Siwêda ya li hemberî kiryar û binpêkirinên şaxê îstîxbarata leşkerî û têkbirina xetereya komên çekdar a Racî Felhût, desthilat û li pey wî Îran a ku hevkarê wê ya xetereya windakirina desthilata li ser parêzgeha Siwêdayê hîs kir û got, desthilat tirsya ku xeta herî girîng a qaçaxçiya narkotîkê ya ku çêdike û diçîne winda bike û ji ber vê yekê jî dê her sal bi mîlyonan dolaran winda bike.

Çavkaniyên eşkere kirin ku hikumeta Şamê hewl dide ku tevgera xwecihî ya "Rîcal El Kerama" ji qada siyasî ya li parêzgeha Siwêydayê dûr bixîne, ji ber ku ev tevger hikumet red dike û qebûl nake ku bi wê re dan û standin û hevkariyê bike. Her wiha got ku dezgehên ewlekarî vê tevgerê wekî "dijminê ku divê ji holê bê rakirin an jî bi kêmanî ji cihê bûyerê bê bêbandorkirinʹʹ dibîne.

Çavkaniyan diyar kirin ku hikumeta Şamê "rêyê li ber rêberên xwecihî yên naskirî yên li Siwêdayê bi taybetî Lûey El Etraş ê nêzî xwe vedike da ku wan di refên herî pêş ên qada siyasî û gel de li parêzgehê bi cih bike û di encamê de gelek kaxezên ji Tevgera "Rîcal El Keramaʹʹ bistîne.

Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Lîwa Sûrî got: "Desthilat ji bo ku serweriya xwe li Siwêdayê ferz bike lîderan bi kar tîne. Her wiha hin şêniyên parêzgehê bi kar tîne da ku komên girêdayî xwe ava bike û tevahî mafê bide wan ji bo ku desthilata xwe li ser xelkê parêzgehê ferz bike.ʹʹ

ʹMÎNA BERÊ WÊ BI BIN BIKEVEʹ

ʹʹÇareserîʹʹ yên ku hikumeta Şamê pêşniyar dike, kesên ku tên xwestin, kesên reviyan û yên ku leşkertiya neçarî û ya yedek pêk anîne di nav xwe de digire. Çavdêr dibêjin ku ev ʹʹçareserî" dê mîna yên berê bi bin bikevin. Beriya du mehan bi heman armancê Rûsya navenda "Çareseriyê" li Siwêdayê vekir, lê şêniyên parêzgehê bersiv nedan, di encamê de navend hat girtin.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve di sala 2011ʹan de, bi deh hezaran ciwanên parêzgehê leşkertiya neçarî di nav hêzên hikumeta Şamê de pêk neanîn.

Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Lîwa Sûrî ragihand ku piraniya kesên ku "çareseriyê" pê tînin, armanca wan koçberî û rêwîtî ye, nemaze piştî ku jiyan li parêzgehê zehmet bûye.

Her wiha îşaret pê kir ku yê herî zêde sûdê ji "Çareseriyê" digire, hikumeta Şamê ye û wiha domand: "Desthilat destpêkê dixwaze xelkê Siwêdayê koçber bibe da ku guhertina demgorafî pêk bîne ku li gelek herêmên Sûriyê wekî gundewarê Himisê bûye. Çareserî tiştekî baş ji bo xelkê parêzgehê pêk nayîne. Desthilat bi vê yekê tê naskirin ku ji sûriyan destîne bêyî ku tiştekî li gorî berjewendiyên wan pêşkêş bike."

ÇARESERÎ PÊKANÎNA BIRYARA 2254ʹAN E

Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Lîwa Sûrî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku serhişkiya hikumeta Şamê û pêkneanîne bangên Sûriyê sedema kûrkirina aloziya Sûriyê ye. Her wiha da zanîn ku bidawîkirnia vê aloziyê bi pêkanîna biryara navneteweyî ya 2254ʹan pêkan e û got: "Piraniya sûriyên li hundir û derve û yên li kampan mayîna desthilata heyî qebûl nakin."

ANHA