​​​​​​​Di êrişa li ser gundên Til Temirê de 2 welatî birîndar bûn

Di encama topbarana duh a artêşa Tirk a dagirker a li ser gundekî navçeya Til Temirê de 2 welatî birîndar bûn.

​​​​​​​Di êrişa li ser gundên Til Temirê de 2 welatî birîndar bûn
15 cotmeh, 2022   06:36
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker duh gundên Feke û Qibûr Qeracîna yên li bakurê Til Temirê ya Hesekê bi çekên giran topbaran kirin.

Di topbarana li ser gundê Feke de welatiyên bi navên Ziyab Xelef Derwîş (40) û Hec Yasîn Derwîş (40) ku di nava zeviyên xwe yên çandiniyê de kar dikir, birîndar bûn.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê.

ANHA