Pêkhateyên Dêrikê cenazeyê şehîd Aryo ber bi Hesekê ve oxir kir

Cenazeyê endamê Hêzên Sutoro Îbrahîm Besam Mîxaîl (Aryo) yê ku roja çarşema borî di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li kampa Newroz şehîd bûbû, ji Dêrikê ber bi bajarê Hesekê ve hat oxirkirin.

Pêkhateyên Dêrikê cenazeyê şehîd Aryo ber bi Hesekê ve oxir kir
Pêkhateyên Dêrikê cenazeyê şehîd Aryo ber bi Hesekê ve oxir kir
Pêkhateyên Dêrikê cenazeyê şehîd Aryo ber bi Hesekê ve oxir kir
Pêkhateyên Dêrikê cenazeyê şehîd Aryo ber bi Hesekê ve oxir kir
Pêkhateyên Dêrikê cenazeyê şehîd Aryo ber bi Hesekê ve oxir kir
Pêkhateyên Dêrikê cenazeyê şehîd Aryo ber bi Hesekê ve oxir kir
Pêkhateyên Dêrikê cenazeyê şehîd Aryo ber bi Hesekê ve oxir kir
Pêkhateyên Dêrikê cenazeyê şehîd Aryo ber bi Hesekê ve oxir kir
14 cotmeh, 2022   15:11
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê, nûnerên dêr û saziyên Suryan, Meclisa Malbatên Şehîdan cenazeyê endamê Hêzên Sutoro Îbrahîm Besam Mîxaîl (Aryo) yê ku roja çarşema borî di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li kampa Newroz şehîd bûbû, ji Dêrikê ber bi bajarê Hesekê ve rê kirin.

Şêniyan cenaze ji Nexweşxaneya Dêrikê wergirt, piştre hevreyên şehîd cenaze hilgirt ser milê, li kolanên bajar gerandin. Piştre birin navenda Hêzên Sutoro û li wir merasîmê oxirkirinê hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin nimêj li ser cenaze hat kirin, ji aliyê keşeyê dêrên Dêrikê ve sirûdên olî li ser şehîd hatin xwendin û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

Endamê Meclisa Neteweyî ya Beth Nehrên Afram Îshaq axivî û got: "Dêrik jêdera leheng û şehîdan e û rojekî di dayîna fedekariyan ji bo azadî û rûmeta gelên herêmê de de dudilî nebû. Sekna gel û pêkhateyên Dêrikê nîşaneya biratiya gelan û jiyana hevbeş e."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Ebdurehman Xêrkê jî got: "Bi navê beşdaran em nameyekê ji rêbertî, sembol û fîlozofê neteweya demokratîk Ebdullah Ocalan ê ku têgeha biratiya gelan pêş xist re dişînin."

Piştî axaftinan, cenazeyê şehîd ber bi bajarê Hesekê ve hat şandin da ku sibe li Goristana Şehîdên Suryan û Asur were veşartin.

ANHA