Li Amedê operasyona qirkirina siyasî; hejmara kesên hatine desgîrkirin zêde dibe-HATE NÛKIRIN

Li Amedê hejmara kesên hatine destgîrkirin zêde bû û bûn 8. Her wiha hate zanîn kuku tekildarî 30 kesî biryara destgîrkirinê hatiye dayîn.

Li Amedê operasyona qirkirina siyasî; hejmara kesên hatine desgîrkirin zêde dibe-HATE NÛKIRIN
14 cotmeh, 2022   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya serdana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan roja şemiyê, li Amedê li gelek malan operasyona qirkirina siyasî hate lidarxistin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di serdegirtina malan de hunermend Sarya Ertaş û Zilan Dag, Berdan Çelîk, Mazlum Kardaş, Çawîş Davut, Bedrî Çîftkuran, Fermandar Kardeş û Ferît Bademkiran hatin destgîrkirin. 8 kesên ku bi hinceta "îxbar" hatin destgîrkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr tên ragirtin.

Di çarçoveya lêpirsînê de hat hînbûn ku ji bo 30 navan biryara destgîrkirinê heye.