Hêzên Îranê kolberek li ser sînorê Tete yê Hewramanê qetil kir

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Tete ya bi ser Hewramanê ve, êrişî kolberan kir û kolberk hate kuştin.

Hêzên Îranê kolberek li ser sînorê Tete yê Hewramanê qetil kir
14 cotmeh, 2022   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên hêzên Îran yên li ser kolberan dewam dikin, duh hêzên Îranê li sînorê Tete ya ser bi herêma Hewraman êrişî komek kolber kirin.

Gorî agahiyan di necama êrişê de kolberê bi navê Karwan Gulzarî (28) ê xelkê bajarokê Merîwan jiyana xwe ji dest da.

Duh dîsa wesayîtek kolberan kete dolek nêzî gundê Gomere ya ser bi bajarokê Pawe û di encamê de 3 kolber birîndar bûn. Li gorî agahiyan rewşa birîndarê bi navê Meysem Hîmet girane.

Hêjayî gotinê ye ji 16’ê Îlona 2022’yan ve 9 kolber di êrişa hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane.