Şerê di navbera çeteyên Tirkiyê de, sedem pir in û encam yek e

Hemwextî gotegotên li ser gavên pêşîn ên ji aliyê Şam û Enqereyê ve da ku dest bi danûstandinan bikin, careke din şer li herêmên Sûriyê yên dewleta Tirk dagir kirine di navbera çeteyan de rû dide, bi taybet li Efrînê. Li gel wê jî çeteyên Heyet Tehrîr El Şam karwanên xwe ji Idlibê ber bi Efrînê ve dişîne, gelo armanc ji vî şerî çi ye?

Şerê di navbera çeteyên Tirkiyê de, sedem pir in û encam yek e
14 cotmeh, 2022   05:33
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL HEBÎB

Di navbera komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li Efrîna dagirkirî û herêmên din ên bakurê Sûriyê dewleta Tirk dagir kirine şer ji çend rojan ve berdewam e.

Ev şer û pevçûnên beriya çend rojan di navbera çeteyên Cebhet El Şamiye û Firqeya El Hemzat de li bajarê Babê yê dagirkirî yê rojhilatê Helebê dest pê kirin û piştre heta bi gundên Efrîna dagirkirî firehtir bûn.

Di 11’ê vê mehê de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandibû ku çeteyên Cebhe El Şamiyê navendên çeteyên Firqeya El Hemzat li gundê Bablîtê yê Efrînê yê bakurê rojavayê Helebê, piştî şerên dijwar kontrol kir. Çeteyan di şer de çekên navîn û sivik di nav gundê tijî şênî de bi kar anîn ku tirs û xof di nav wan de belav kir.

Bi wê re çeteyên Cebhe El Şamiyê herêmên xwe li ser hesabê Firqeya Hemzat li Efrînê û Babê fireh kirin.

Her wiha çeteyên Cebhe El Şamiyê gelek gundên Efrînê bi piştgiriya çeteyên Nûredîn El Zinkî, Lîwa Farûq ya bi serkêşiya Ebû Cabir El Betran ku nû ji Firqeya El Hemzat qetiye, bêyî pevçûn çêbibin, kontrol kirin.

Girêdayî mijarê, karwanên çeteyên Ehrar El Şam şeva sêşemê ji parêzgeha Idlibê bi rêya deriyê Xezewiyê yê di navbera herêmên kontrolkirî yên çeteyên Tehrîr El Şam û Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê li Efrîna dagirkirî de ber bi Efrînê ve ketin rê.

Heta çêkirina vê raporê, çeteyên Cebhe El Şamiyê 5 gundê bi rêya pevçûnên di navbera Firqeya El Hemzat kontrol kirin; Firîriyê, Kefer Zîtê, Til Hemo, Tilifê û Kokebê yên Efrînê, li hember wê jî çeteyên Emşat ku piştgiriya Firqeya El Hemzat dikin gundê Miskê yê navçeya Mabeta ya Efrînê kontrol kir.

Çeteyên Feyleqa El Salis (3`yem) ên bi nûnertiya Cebhe El Şamiyê hemû navend, baregeh û kampên leşkerî yên Firqeya El Hemzat yên li Babê û gundê Zaxe kontrol kirin û serweriya Firqeya El Hemzat li hin gundên bi ser bajêr ve qels kir.

TEVGERÎNA DEWLETA TIRK JI VÊ ŞERÎ RE, GELEK SEDEMÊN XWE HENE Û LÊ ENCAM YEK E

Ev ne cara yekemîn ku di navbera komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer rû dide. Berê li Idlibê, gundewarên Heleb, Hema, Serêkaniyê, Girê spî û Cerablusê jî pêk hatin, ruxmî gelek sedemên wê hene, lê armanc û encam yek in.

Li gorî çavdêran, şerê niha di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de dibe, bi fermana dewleta Tirk a dagirker be û du armancên wê hene. Armanca yekemîn ew e ku binkeftina xwe û nedagirkirina herêmên nû bi rêya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê veşêrin. Armanca duyemîn jî şirîkên xwe yên Astanayê razî bikin, bi taybet li gel axaftinên li ser nêzbûna destpêkirina dan û standinan di navbera hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de.

Li gorî SOHR’ê, çeteyên Feyleq El Şam ên ji îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker ve nêz in, deriyê Xezewiyê yê li navçeya Şêrawayê li pêş sewqiyetên leşkerî yên çeteyên Ehrar El Şamê vekir ku ji bo piştgiriya Firqeya El Hemzat li dijî Cebhet El Şamiyê li Efrînê bikin. Ew çete li gundên Şêrawayê li beşa di bin kontrola Feyleq El Şamê de bêyî tu pevçûnên di her du aliyan de pêk werin, belav bûn.

Li gorî raporan, dagirkeriya Tirk dest bi hin gavên pêşîn ji bo vê dan û stadinê kir. Berirsên dosyaya Sûriyê yên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê guhartin, li aliyekî din jî hikumeta Şamê jî Beşar El Caferî ji cîgirê wezîrê Karên Derve ya Sûriyê kir balyozê xwe li Moskovayê, da ku şandeya Şamê di dan û standinên bi dagirkeriya Tirk re bike ku dê li Rûsyayê pêk bên.

ÇETEYÊN "TEHRÎR EL ŞAM" BI NEPENÎ I EFRÎNÊ NE

Di vê çarçoveyê de, çavdêran destnîşan kir ku çeteyên Tehrîr El Şamê bi perspektîfên îstîxbaratên dewleta Tirk plan dikin ku li herêmên qaşo Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ku dewleta Tirk di vê dawiyê de dagir kirine, serweriya xwe berfireh bikin. Da ku piştre biçin herêmên Idlibê û dagirkeriya Tirk lihevkirinên xwe bi Rûsyayê re pêk bîne.

Beriya wê, dagirkeriya Tirk bi rêya lihevkirina bi Rûsya û Îranê re di dan û standinên Astanayê de, çeteyên Xûta Şerqiye, Heleb, gundewarên Idlib, Heleb û Humisê firotin. Her wiha bi nepenî ferman li komên herêmên din dikir ku destekê nedin herêmên ku hikumeta Şamê êrişî wan dike.

Li gorî raporan, piştî şer û pevçûnên dawî, komên Tehrîr El Şam derbasî Basûtê û gundê Eyn Dara bûne û sewqiyetên leşkerî yên mezin derbasî sînorê Efrînê kirine.

Her wiha di raporan de hate gotin çeteyên Firqeya El Hemzat ji bo piştgiriya wan bikin bang li Tehrîr El Şam kir. Her wiha eşkere kir ku şerê niha di nava çeteyên Feyleqa 3’yan de ji aliyekî ve û Firqeya El Hemzat û komên Heyet Tehrîr El Şam de ji aliyekî din ve li bajarokê Basûtê û gundê Eyn Dara yên Efrînê pêk tên, nîşaneya ketina Heyet Tehrîr El Şamê a herêmê ye.

Di raporan de hate destnîşankirin ku karwanên Tehrîr El Şamê ji Idlibê tevgerîn û beşek ji wê ber bi herêmên Sermede, Harim û bejahiyên bakurê Idlibê ve çûne.

Di 18’ê Hezîranê de, Heyet Tehrîr El Şam bi karwanên leşkerî tevî alên Tevgera Ehrar El Şam gihaştin sînorê Efrînê, ew jî piştî şerê di navbera çeteyên Feyleqa 3’yan û Qita El Şerqî ya Tevgera Ehrar El Şam  de li derdora Babê yê rojhilatê Helebê pêk hatî ku di encamê de deriyê Xezewiyê, navçeya Cindirêsê, gelek gund û bajarokên derdora Efrînê hatin kontrolkirin.

TERORÎZMA SÎSTEMATÎK, GELO HÊZÊN NAVNETEWEYÎ Û ŞAM EV HERÊMÊ FIROTINE?

Ji armancên ku dagirkeriya Tirk pêk tîne ew e ku şer li herêmên Sûriyê ku di vê dawiyê de dagir kirine; mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî biafrîne, her wiha sûcên li dijî şêniyan pêk bîne, da ku wan bide koçberkirin, welatiyên din li şûna wan bi cih bike û demografiya wê biguhere.

Dewleta Tirk a dagirker di dema borî de bi desteka komeleyên îxwanî yên kiwêtî û filistînî lez da avakirina mêtingehan li herêmên dagirkirî bi taybet li Efrînê. Ev yek gefan li yekitiya Sûriyê dixwe, bi wê re herêmê bi ferzkirina lîreya tirkî, perwerdeya bi zimanî tirkî û rakirina ala Tirkiyê tên tirkkirin.

Gelek sûrî metirsîdar in ku ev herêmê ji hêla hêzên navneteweyî û hikumeta Şamê ve firotine dewleta Tirk û senaryoya Lîwa Skenderon li van herêman dubare bibe û piştre referandomeke şeklî çêbe û ew herêm tev li xaka Tirkiyê bibin.

RAZÎKIRINA FÎNANSKARÊ TIRK

Rojnamegerê sûrî Mistefa Ebdî li ser şerê di navbera çeteyan de wiha got: "Şerê di navbera komên çekdar ên dewleta Tirk de girêdayî xwesteka her komekê ye ku serweriya xwe ber bi herêmên komên din ve xurttir bikin da ku dewleta Tirk razî bikin û xwe xuya bikin ku ew bi hêz in da ku baweriyê wergirin. Ew yek girêdayî şerê di navbera van koman de li ser dizîna mal û milkên welatiyan e."

Ebdî wiha domand: "Hemû bajarên dewleta Tirk dagir kirine qada şerê van koman in. Efrîn navenda şer e, ji ber ku di nava koman de pareçkirî ye. Di esil de ev kom li ser parçebûn û hevalbendiyên nakokiyên berê û tolên navbera wan de hatine avakirin. Ev nakokî û şer girêdayî xwesteka her komekê ya kontrolkirina li ser rûberên din e ku serweriya xwe xurttir bikin."

HERÊMÊN EWLE JI BO SERÇETEYÊN DAIŞ’Ê, BAZIRGANANÊN ÇEK, HIŞBIR Û MIROVAN IN

Têkildarî hêrsa gel li van herêman Mistefa Ebdî wiha pê de çû: "Li hember tevliheviya ewlehî, alozî, tunebûna îstîqrarê û pevçûnên mayinde di nava van çeteyan de, revandina welatiyan, ferzkirina bacan û danîna bendên kontrolê li hemû rêyan, avakirina nuqteyên leşkerî di nava taxan de, sûîqastkirin û binpkirinên van milîsan, gel bi hêrs e."

Mistefa Ebdî wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev ne herêmên ewle yên mirovan in, lê herêmên ewle ji bo serçeteyên DAIŞ’ê, terorîstan bi giştî yên Artêşa Nîştimanî yên Sûriyê ne. Bi ewle ne, lê ne ji bo welatiyan, lê ji bo bazirganên çek, hişbir û mirovan in."

(fr)

ANHA