​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îran bi teqandina erebeyeke leşkerî li bejahiyên Şamê tawanbar e

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa teqîna erebeyeke leşkerî ya "Firqeya 4’an" li bejahiyên Şamê kir ku Îran hate tawanbarkirin, her wiha rojnameyan behsa hilbijartina serokkomarê û serokwezîrekî ji Iraqê re û binketina parlamentoya Lubnanê di hilbijartina serokê welat de, kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îran bi teqandina erebeyeke leşkerî li bejahiyên Şamê tawanbar e
14 cotmeh, 2022   07:11
NAVENDA NÛÇEYAN

‛DI TEQÎNA EREBEYEKE LEŞKERÎ LI BEJAHIYÊN ŞAMÊ DE 45 ENDAMÊN FIRQEYA 4’AN HATIN KUŞTIN Û BIRÎNDAR BÛN’

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Di nava aliyên alîgirê rejîma Sûriyê de li ser kesên erebeya Firqeya 4’an duh, sibehê li bejahiyên Şamê hedef girtiye û di encamê de 45 endamên firqeyê hatin kuştin û birîndar bûn, parçebûn çêbû.

Çavkaniyan da zanîn ku hin alî Îranê berpirsê teqînê dibînin. Ew jî bersiva hevdîtina fermandarê Firqeya 4’an lîwa Mahir Esed bi fermandarên leşkerî yên Rûsyayê re û beşdariya firqeyê di tetbîqatên leşkerî de ku beriya 10 rojan li rojhilatê Şamê bûne, pêk hat. Ji ber Mahir Esed di bingeh de ji hêzên Îranê yên li Sûriyê nêz e.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, cara yekemîn e ku birayê serokê Sûriyê, Mahir Esed li kêlek fermandarê hêzên Rûsyayê li Sûriyê Alexander Chaiko di tetbîqatên leşkerî yên hevbeş ên Rûsya û rejîmê de tê dîtin. tetbîqat bi beşdariya serbaz Ebdulkerîm Mehmûd Îbrahîm ku serokê desteya serfermandariya giştî û gelek efserên rejîmê pêk hat.

Her wiha çavkaniyekî leşkerî li Şamê da zanîn ku li ser rêya Şam-Sebora li bejahiya rojava bakurê Şamê mayînek bi erebeya leşkerî ya Firqeya 4’an de teqiya, di encamê de 18 endam hatin kuştin û 27 jî birîndar bûn."

‛SEBRA NÛRÎ MALIKÎ JI BÊSEBRIYA MUQTEDA SEDR ZÊDETIR E’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Sebra serokwezîrê Iraqê yê berê û kesayeta navdar di Çarçoveya Hemahengiyê ya girêdayî Îranê de Nûrî Malikî li hember bêsebriya Muqteda Sedr bi ser dikeve. Di heman demê de li gelek malikî manevera û taktîkên cuda hene ku ji nû ve civînên parlamentoyê li dar bixe û serokekî nû ji Iraqê re hilbijêre û serokekî hikumetê ku çarçoveyî hilbijartiye, hilbijêre, her wiha ji nû ve xebata siyasî kontrol bike. Lê Sedr bi sedema ferzkirina "na" li ser dîmena siyasî, ji lîstokê derket.

Aliyên siyasî yên iraqî diyar kir ku maneverayên Malikî bi ser ketin û ew weke serkeftinekê li dijî Sedr e, bi taybet serokê Hevpeymana Dewleta Yasa sûdê ji îstîfayên parlamenterên Sedr wergirt ku hevalbendiyên nû çêke û kesên ji Sedr ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî."

‛LUBNAN CAREKE DIN DI HILBIJARTINA SEROKKOMAR DE BI BIN DIKEVE’

Li ser rewşa Lubnanê rojnameya Îtîhad El Îmaratî wiha nivîsand: "Duh, cara duyemîn parlamentoya Lubnanê di hilbijartina serokekî nû ji welat re, li gel parçebûnên kûr û tunebûna lihevkirinekê li ser kesê li şûna serokê niha Mîşêl Ewn bigire, bi bin ket.

Rûniştin bi sedema temambûna mafê qanûnî li dar neket, wê jî hişt serokê parlamentoyê Nebîh Berî rûniştinê hetea 20’ê Cotmehê taloq bike."

(fr)