ʹDem dema azadî û serkeftina şoreşa Kurdistanê yeʹ

Jinên ji navçeya Amûdê tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Her wiha serhildana bi pêşengiya jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir û got “Dem dema azadî û serkeftina şoreşa Kurdistanê ye.”

ʹDem dema azadî û serkeftina şoreşa Kurdistanê yeʹ
14 cotmeh, 2022   00:41
QAMIŞLO-HISÊN HISÊN

Jinên ji navçeya Amûdê tecrîd û êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kirin.

Şêniya bi navê Newroz Elî got êrişên têne kirin ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha got: “Îro em dibînin ku li tevahî cîhanê û bi taybet li ser Rojhilata Navîn êriş tê kirin. Rojhilata Navîn bi hemû tiştên xwe zengîn e, dijmin jî bi planên qirêjî dixwaze hemû tiştan têxe destê xwe û şerekî taybet di navbera gel de derxin û bêhtir gel koçber bikin.”

ʹEM BI JINÊN ROJHILATA KURDISTAN Û ÎRANÊ RE NEʹ

Newroz Elî bal kişand li ser serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û wiha pê de çû: “Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi şehadeta Jîna Emînî re serhildanek dest pê kir. Ev serhildan li dijî zilm û zordestiya rejîma Îranê ye. Em wekî xelkê Amûdê bi vê serhildanê re ne û pê gelekî kêfxweş in. Çi ji me were xwestin em ê bi gelê xwe yê li Rojhilatê Kurdistanê re bibin alîkar."

ʹTÊKOŞÎNA ME WÊ HETA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ DEWAM BIKEʹ

Newroz Elî îşaret bi Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir û got: “Heya roja îro şoreşa me berdewam e. Em li dijî planên dijmin yên qirêj in ku dixwaze me tune bikin. Em şerê hebûnê û berxwedanê dikin. Wê ev şer dewam bike heya ku em bigihêjin azadiya xwe û azadiya serokê xwe.”

Newroz Elî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ku dewleta Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û anî ziman ku her serkeftinek li herêmê çêdibe, li beramberî wê tecrîda li ser rêber Ocalan girantir dibe û got: “Dixwazin serokatî  ji gel qut bikin û vê şoreşê bi dawî bikin, lê heya roja îro fikr û felsefeya rêber Apo zindî ye û em li ser wê kar û xebat dikin.”

ʹJÎNA QETIL KIRIN LÊ DÊ BI HEZARAN JIN BIDIN SER ŞOPA WÊʹ

Meha Sedo bal kişand ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serhildana ku li Îranê dest pê kiriye û got: “Di êrişên li ser Rojava û Rojhilatê Kurdistanê de di serî de jinan dikin hedef. Jîna Emînî jî mînak e ku bi hinceta tayek porê wê xuya dike, ji aliyê polîsên exlaqê ve hat qetilkirin. Ev polîsên exlaq bi navê olî tiştekî dikin.”

Meha Sedo her wiha got: "Em wek jinên Amûdê tu carî îrada me nayê şikandin, çi êriş bê ser me jî, em ê li hemberî van êrişan bisekinin û tu carî moralê me nayê şikandin, dema ku Jîna hat qetilkirin dê hezar Jîna li pey şopa wê tê bikoşin.”

ʹFELSEFEYA SEROKATÎ NAYÊ JIBÎRKIRINʹ

Meha Sedo di nava axaftina xwe îşaret bi tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan jî kir û ev tişt got: “Ji bo rêwşa Serokatî em dikarin bêjin destîr nadin hevdîtin bi Serok re çêdibe û nahêlin parêzer û malbat wî bibînin. Tu carî felsefeya Serokatî nayê ji bîrkirin, ji ber ku em niha bi felsefeya wî tê dikoşin.”

‘GIRTÎGEHA ÎMRALÎ KIR NAVENDA ZANISTÊʹ

Mira Zoro jî ciwanên ku li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bedena xwe kirin xelekên ji agir, bi bîr anîn û hêzên komploger ku destên wan di komployê de heye, şermezar kirin.

Mira Zoro axaftina xwe wiha domand: “Rêber Apo rêberê me ye, dem dema azadiyê ye. Komplo him bi berxwdana gel, him jî bi paradîgmaya serok Apo ku di hundire zindanê de parêzname derxistin, hat têkbirin. Dijmin digot ê ku dikeve vê zindanê jê dernakeve, lê Serokatî zindana Îmraliyê kir cihê zanistê û cihê rizgarkirina gelên bindest. Careke din em komployê bi tundî şermezar dikin.”

Mira Zoro bal kişand ser êrişên li ser gelê Kurd û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Her kes dizane ku gelê Kurd dê vê carê bi ser bikeve. Jina Kurd pêşengiyê ji vê tevgerê re dike, ew sofîkên Îranê ji bo ku jinan bitirsînin Jîna Emînî qetil kir, piştî qetilkirina Jînayê bi sedan kezî hatin jêkirin, bi sedan şal hatin şewitandin. Ew bersiveke mezin ji dewleta sofîkan re ye. Di vê sedsalê de dê ev zîhniyeta qirêjî bê tunekirin û hilweşandin.”

ANHA