Tevî dorpêça leşkeran cenazeyê Nagîhan Akarselê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ hat veşartin

Cenazeyê endama Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li ser milên jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” hat veşartin.

Tevî dorpêça leşkeran cenazeyê Nagîhan Akarselê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ hat veşartin
13 cotmeh, 2022   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmehê de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrieke sûîqestê de hat qetilkirin.

Li gorî ANF`ê cenazeyê NagîhanAkarsel îro di danê sibehê de anîn nexweşxaneya bajêr a Konyayê. Malbata Nagîhan Akarsel, piştî kar û barên otopsiyê cenaze wergirt û anîn gundê Golyazi (Xelîkan) ê Cîhanbeylî yê Konyayê ku li wir ji dayik bûye. Cenaze, bi tililiyên jinan hat pêşwazîkirin û jinan li ser milên xwe ew birin goristana gund.

'ÊM Ê TÊKOŞÎNA NAGÎHANÊ BIDOMÎNIN’

Di dema veşartina cenazeyê de leşkeran hewl dan ku nehêlin wêneyên Nagîhan Akarsel bên rakirin lê jinan li ber xwe dan û bi wêneyên Nagîhan Akarsel meşiyan. Di dema meşê de dovîza “Jin jiyan azadî” hat vekirin, girseyê dirûşm berz kirin û ber bi goristanê ve çû.

Di dema veşartina cenazeyê Nagîhan Akarsel de Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran axivî û wiha got: “Nagîhan, em tevek in. Dibe ku Nagîhan qetil kiribin. Lê belê weke rêhevalên wê, em ê mîrasa wê dewr bigirin û heta dawiyê jî vê têkoşînê bidomînin.”

Tevî dorpêç û astengkirina leşkeran jî wecîbeyên olî hatin kirin û cenazeyê Nagîhan Akarsel bi dirûşma “Jin jiyan azadî” hat veşartin. Jinan, qurnefîl û şalên mor danîn ser gora Nagîhan Akarsel û piştre jî derbasî mala wan bûn.