​​​​​​​​​​​​​​Mîhrîcana Arîn bi pêşandana şanoya “Bibore Mem û Zîn” didome

Mîhrîcana “Arîn bisk û zulfên aştiyê ye”, îro bi şanoyekê bi navnîşan “Bibore Mem û Zîn” didome. Tê payîn ku mîhrîcan sibe bi xelatkirina komên beşdar bi dawî bibe.

​​​​​​​​​​​​​​Mîhrîcana Arîn bi pêşandana şanoya “Bibore Mem û Zîn” didome
13 cotmeh, 2022   15:53
KOBANÊ

Mîhrîcana “Arîn bisk û zulfên aştiyê ye” di 5`ê Cotmehê de dest pê kiribû.

Îro şanoyek bi navnîşan “Bibore Mem û Zîn” ku Ehmed Îsmaîl nivîsandiye û Muhyedîn Arsalan derhêneriya wê kiriye û tê de endamên Komîna Fîlm a Rojava lîstin, hate pêşandan.

Di mîhrîcanê de 6 komên şanoyê beşdar in ku ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev lê bûne.

Tê payîn mîhrîcan sibe bi xelatkirina komên beşdar li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Qamişlo bi dawî bibe.

ANHA