Partiya Sûriya Pêşerojê ya Herêma Firatê şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Herêma Firatê sekretera giştî ya partiyê, şehîd Hevrîn Xelef di salvegera 3’yemîn a şehadeta wê de ku di encama kemîneke çeteyên dagirkeriya Tirk li ser rêya Minbic-Qamişlo de, şehîd bûbû, bi bîr anîn û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî şêniyên herêmê şermezar kirin.

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Herêma Firatê şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî
13 cotmeh, 2022   14:31
KOBANÊ

Di çarçoveya çalakiyên ji bo bîranîna sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, partiyê li pêşiya navenda xwe ya li navçeya Sirîn a Kobanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê cîgira hevseroketiya partiyê ya Herêma Firatê Neda El Cadir ve û bi beşdariya nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û endamên partiyê, hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Şehîd Hevrîn Xelef ji bo damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê gelek ked da û ji bo çalakkirina rola jinan û beşdariya wan di têkoşîna ji bo yekitiya Sûriyê û gelê wê de û bi armanca bidawîkirina kirîza Sûriyê û çareserkirina wê bi giyaloga Sûrî-Sûrî, tecrubeyeke mezin da meşandin.

Kiryarên terorîst ên ku li dijî şêniyên deverên dagirkirî tên pêkanîn sûcên şer li dijî mirovahî û jin bi taybet in, her wiha bi armanca têkbirina tecrubeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk in ku tê de jin û mêr li rex hev û bi hev re kar dikin.

Em bang li gelê herêmê dikin ku xwedî li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derkevin û herêmê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê biparêzin.

Her wiha em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku xwedî li erka xwe derkevin û sûcdaran ceza bikin. Partiya me dê heta pêkanîna armanc û hêviyên gelê herêmê şehîd Hevrîn Xelef û bidestxistina azadî, demokratî, pirrengiyê têkoşîna xwe bidomîne.”

(mh)

ANHA