Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomar dicive

Bi tevlîbûna 269 parlamenteran civîna Parlamentoya Iraqê ya ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê destpê kir.

Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomar dicive
13 cotmeh, 2022   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî namzetê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Berhem Salih, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), li gel Hevpeymaniya Serwerî ya Sunne ya di bin serokatiya Xemîs Xencer û Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nurî Malikî lihev kirine û wê deng bidin Letîf Reşîd.

Namzetê YNK’ê jî Dr. Berhem Salih e.

Di navbera Berhem Salih û Letîf Reşîd de pêşbaziyek dijwar heye.

Serokê Şandeya Danûstandinkar a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)  Fuad Hisên ji medya partiya xwe re diyar kir ku biryar dane namzetê xwe yê ji bo serokkomariya Iraqê Rêber Ehmed vekişînin û deng bidin Letîf Reşîd.