​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-10-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-10-2022`YAN
12 cotmeh, 2022   23:00

Yekitiya Ragihandina Azad şehîdên ragihandinê û heqîqetê li goristana şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo bi bîr tîne saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, şehîdên meha Cotmehê yên li devrên cuda şehîd bûne li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi bîr tîne saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîhrîcana 6`an a Osman Sebrî ya Wêjeyê di roja sêyemîn de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişlo berdewam e saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Lêkolînên Jinelojiyê ya Dêrik, dayîka Eqîde, Hevrîn Xelef, Nagîhan Akarsel li navenda xwe ya li Dêrikê bi bîr tîne saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevreyên nûçegihana Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê şehîd Dilovan Gever got “Em ê bi rûkeniya şehîd Dilovan ya ji bo hemû şopdarên heqîqetê bûbû hêviya serkeftinê, tê bikoşin.”

Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso piştrast kir ku hêzên komploger armancên xwe yên Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk neanîne û got “Hêzên xeta sêyemîn û birêxistinbûna civakê esas girtine, dê bi ser bikevin.”

Di salvegera 3`yemîn a şehadeta wî de, malbata şehîd Sead Ehmed û hevalên wî tekez kirin ku ew li ser rêya heqîqetê ya ku Seed û hevalên wî di oxira wê de şehîd bûne bin û destnîşan kirin ku dê bi kamerayên xwe ragihandina rastiya herêmê û şoreşa wê berdewam bikin.

Berpirsê têkiliyan ê Komîteya Koçberên Serêkaniyê bêdengiya hêz û rêxistinên navneteweyî ya li hember sûcên dagirkeriya Tirk ên li Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kir û diyar kir ku komîteyê 4 peyam û 4 raporên ku tê de sûcên dagirkeriya Tirk ên li herdu deveran belgekirî ne, şandin aliyên navneteweyî.

RAPOR

Amerîka gelek caran Opec+ rexne kir ku hilberîna rojane ya petrolê daxist 2 milyon bermîlan. Gelo çima Riyad ev biryar stend ku li dijî daxwazên Washingtonê ye? Bandora vê yekê li ser têkiliyên Erebistana Siûdî û Amerîkayê çi ye?

Xwepêşandanên gel ên li bajarên Îranê yên ku ji herêmên Kurdan dest pê kirin, didomin. Li ser rûxandina welatên ku hewl didin gelê xwe bitepisînin, KCK'ê beriya çend rojan rayedarên Îranê ji encamên neyînî yên nêzîkatiya wan, hişyar kir û bang li wan kir ku ber bi çareseriya herî baş ve biçin. Gelo faktorên ku hiştin gel derkevin xwepêşandanan  çi ne û çareseriya krîzê çi ye?

ANALÎZ

Yek ji erkên herî giran ên şoreşê axaftin ango nivîsandina li ser kesayeta hevalên me yên şehîd e. Bê guman, bersivdayîna pirsa 'Em çi qas bikarin hebûn, jiyan û lehengiya wan wekî ku heq dikin bi gotinên xwe bînin ser zimên?' pir zehmet e.

CÎHAN

Piştî hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Lîbyayê ya bi serokatiya Ebdulhemîd Debîbe bi dewleta Tirk re peymana vekolîna li ser enerjiyê li rojhilatê Deryaya Spî îmze kir, li welêt û herêmê bertekên tund derketin.

ANHA