​​​​​​​Tevgera Ciwanên Şoreşger şehîdên berxwedana rûmetê bi bîr anîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê şehîdên berxwedana rûmetê ya Serêkaniyê û Girê Spî li goristana şehîdan a Minbicê bi bîr anîn.

​​​​​​​Tevgera Ciwanên Şoreşger şehîdên berxwedana rûmetê bi bîr anîn
12 cotmeh, 2022   19:24
MINBIC

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi boneya salvegera 3`yan a şehîdxistina şehîd Canfeda, Bawer Agirî, Reşîd û şehîdên berxwedana rûmetê ku di 13`ê Cotmeha 2019`an de di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn bibîr anîn.

Di merasîma bîranînê de endamê rêveberiya Tevgera Ciwanê Şoreşger a Sûriyê Nasir El Xalid axivî û got: “Em li gulistana gulan in û di vê roja dîrokî de hevalên xwe yên berxwedanê û azadiyê bibîr tînin.”

El Xalid wiha domand: “Em şehîdên xwe Ezîz, Bawer, Reşîd, Feysel Ebû Leyla, Ednan Ebû Emced, Ebû Casim El Begarî û hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin.”

Di dawiyê de Nasir El Xalid soza şopandina rêya şehîdan ji bo parastina ewlehiyê da.

Paşê sînevizyonek têkildarî berxwedana têkoşeran û berxwedêrên li Avaşîn, Metîna û Zapê şehîd bûne, hate pêşandan. Her wiha mûn li ser gorên şehîdan hat vêxistin.

ANHA