Artêşa dagirker aş û navendeke firotina dan û dexlan li Zirganê rûxandin

Ji ber topbarana dijwar a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser navçeya Zirganê, cihên xizmetê yên sivîlan hatin rûxandin.

Artêşa dagirker aş û navendeke firotina dan û dexlan li Zirganê rûxandin
Artêşa dagirker aş û navendeke firotina dan û dexlan li Zirganê rûxandin
Artêşa dagirker aş û navendeke firotina dan û dexlan li Zirganê rûxandin
Artêşa dagirker aş û navendeke firotina dan û dexlan li Zirganê rûxandin
Artêşa dagirker aş û navendeke firotina dan û dexlan li Zirganê rûxandin
Artêşa dagirker aş û navendeke firotina dan û dexlan li Zirganê rûxandin
Artêşa dagirker aş û navendeke firotina dan û dexlan li Zirganê rûxandin
Artêşa dagirker aş û navendeke firotina dan û dexlan li Zirganê rûxandin
12 cotmeh, 2022   10:30
 HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî domdar êrişî navçeya Zirganê ya kantona Hesekê dikin, ev êriş bi destpêkirina Cotmehê re zêdetir bûn.

Piraniya gundên navçeyê yên tên topbarankirin ev in: Esediyê, Dada Ebdal, Metmûra, Bobî yên li bakurê navçeyê. Gundên Til Werd, Xirbet Şiîr, Bence, Mişêrfe yên li başûrê navçeyê û gundên Şor, Xirbet Dexîl ên li rojhilatê navçeyê.

Bi taybetî topên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser taxên rojava, başûr û bakurê navçeyê dibarin.

Ajansa me karibû xwe bigihîne eniyên şer ên navçeya Zirganê û zirarên ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navçeyê derketine, belge bike.

Nûçegihanên me ku zirarên ji ber toopbaranê çêbûne bi dîmen û wêneyan belge kirin, destnîşan kirin ku artêşa Tirk a dagirker aşê Sefarne yê welatiyê bi nave Ebû Erefat Ebû Nûr, navenda firotina dan û dexlan a li başûrê navçeyê, stasyona sotmeniyê ya Xeşman a li başûr rojhilatê navçeyê rûxandin.

Di 10 salên dawîn de dewleta Tirk a dagirker sûcên şer wekî koçberkirin, revandin, tecawizkirin li dijî şêniyên herêmê pêk anîn, bêyî ku ji aliyê hêzên navneteweyî yan rêxistinên mafên mirovan ve bên darizandin.

(cx)

ANHA