Konferansa Kongra Star a herêma Efrînê dest pê kir

Bi dirûşma “Bi rihê Jiyan û Zeyneban em ê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin û bi ser bixin” vê sibehê 4`emîn Konferansa Kongra Star a herêma Efrînê li Hola Mîtan a Çand û Hunerê ya kantona Şehbayê dest pê kir.

Konferansa Kongra Star a herêma Efrînê dest pê kir
Konferansa Kongra Star a herêma Efrînê dest pê kir
Konferansa Kongra Star a herêma Efrînê dest pê kir
Konferansa Kongra Star a herêma Efrînê dest pê kir
Konferansa Kongra Star a herêma Efrînê dest pê kir
Konferansa Kongra Star a herêma Efrînê dest pê kir
12 cotmeh, 2022   10:20
ŞEHBA

Konferans li Hola Mîtan a Çand û Hunerê ya li navçeya Ehdas a Şehbayê tê lidarxistin û nêzî 300 delegeyên ji endamên Kongra Star û saziyên sivîl ên herêma Efrînê beşdar bûne.

Li hola konferansê wêneyên şehîd Rûken û Sara, fermandara QSD`ê Jiyan Tolhildan, hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed û sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef, Sakîna Cansiz û Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel hatine daliqandin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Nejbîr Efrîn axivî û lidarxistina konferansê li tevahî jinên Efrînê, dayikên şehîdan û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Nejbîr behsa çalakiya fedaî ya şehîd Rûken û şehîd Sara ya li dijî navenda polîsên Tirk a li Mêrsînê di 26`ê Îlonê de kir û got: “Çalakiya şehîd Rûken û Sara ji nû ve ji cîhanê re hêza jinan îsbat kir û bersiv li dijî planên dagirkeriya Tirk ku her demê îdia dike ku tenê 100 gerîla mane.”

Nejbîr wiha dewam kir: “Her wiha hêza jinan nîşan da ya ku fikr û felsefeya rêber Ocalan esas girt û bû bersiv li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêbertî. Ev konferans dê bersvidayîna hemû planên dagirkeriya Tirk be.”

Piştre nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser pêşengiya jinan û rêvebirina xwe şoreşa xwe û destkeftiyên li Rojava, her wiha girîngiya birêxistina xwe û civakê li gorî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî ji aliyê endama Kongra Star a herêma Efrînê Armanc Reşîd ve hatin xwendin.

Konferans bi xwendina raporên Kongra Star a herêma Efrînê ji aliyê endama Kongra Star Rîhan Elo ve dewam dike.

(cx)

ANHA