Rojnameyên erebî: Çarçoveya Hemahengiyê dev ji hevbendiya bi Barzanî re berdide

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa xitimîna siyasî ya li Iraqê, tevliheviya li herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de û tevgerên dagirkeriya Tirk ên li beravên Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Çarçoveya Hemahengiyê dev ji hevbendiya bi Barzanî re berdide
12 cotmeh, 2022   08:03
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ AMADE YE DEV JI HEVBENDIYA BI BARZANÎ RE BERDE’

Têkildarî kar û barên Iraqê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Çakaniyên siyasî yên Iraqê got binkeftina diyaloga ku şandeya hevbendiya Rêveberiya Dewletê bi serokê PDK`ê Mesûd Barzanî re kiriye, hişt ku Çarçoveya Hemahengiyê bifikire ku Barzanî ji hevbendiya parlamentoyê û hikumetê ya dema pêş derxe û wekî Sedr wî jî paşguh bike.

Çavkaniyên ji şêwiran agahdar eşkere kir ku Çarçoveya Hemahengiyê dibêje wê di rûniştên taybet de dengên têrker kom kirine û dikarin erêkirina Barzanî di avakirina hikumeta bê ya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdnî li ber çavan negirt û serokkomar hilbijêrin. Her wiha destnîşan kirin ku Çarçoveya Hemahengiyê karîbû blokên sunnî bi aliyê xwe ve bikişîne û hevkariyê bi Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê re bike da ku piştgiriyê bidin hevbendiya hikumeta bê li hember nûkirina serokkomarê heyî Berhem Salih.

Cîgirê PDK`ê Çiyayî Teymûr got civîna Hewlêrê ya rêveberiya hevbendiya îdara dewletê ya bi Mesûd Barzanî re bê encam bûye.

Nivîsgeha serokê PDK`ê jî bi daxuyaniyekê got Barzanî roja duşemê li Hewlêrê serokê Meclisa Nûneran Mihemed El Helbûsî û şandeya Hevbendiya Rêveberiya Dewletê pêşwazî kiriye.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê da zanîn ku kesên civiyane, rewşa siyasî ya Iraqê û rêgeha dan û standinan a ji bo lidarxistina rûniştina bê ya parlamentoyê, hilbijartina serokkomar û avakirina hikumeta fedral, nîqaş kirine.

Parlamentoya Iraqê diyar kir ku rûniştina roja pênceşmê dê ji bo hilbijartina serokkomar be.”

‘LI BAKURÊ SÛRIYÊ ŞEREKÎ DIJWAR Ê KOMÊN ÇETE HEYE’

Rojnameya El Beyan jî têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Di du rojên dawîn de li bakurê Sûriyê bi taybet li herêmên di bin rêveberiya Tirkiyê de û yên derveyî serweriya hikumeta Sûriyê, di navbera komên çekdar de şer derket. Ev pêla şer a herî dijwar e di navbera van komên ji derveyî qanûnê de. Bangawaziyên navxweyî hebûn ku şer bê rawestandin û aramî vegere wan herêman.

Li gorî agahiyên destpêkê, “Feyleqa Sêyemîn” a girêdayî opozîsyona Sûriyê li bakurê Sûriyê êrişî baregehên leşkerên yên komeke din a bi navê “Firqeya El Hemze” kiriye. Ev yek piştî ku endamên “El Hemze” li xwe mikur hatin ku destê wan di kuştina aktîvîstên sûriyeyî li bakurê Sûriyê de heye, pêk hat. Vê yekê hêrsa şêniyan ya ji ber tevlîheviya ewlehiyêl Ii bajêr, zêdetir kir.

Çalakvanên sivîl ragihandin ku “Feyleqa Sêyemîn” dest daniye ser Fakulteya Şer a li bajarê Babê ya girêdayî Firqeya El Hemze û navenda çandiniyê ya li bajêr. Her wiha hin malên sivîlan bi hawan û çekên giran hatin topbarankirin.

Şerê di navbera her du aliyan de belavî herêmên din ên gundewarê bajêr bûn û metirsî di nava şêniyan de derket û banga rawestandina şer û derketina ji taxên bajêr kir da ku sivîl nebin qurbanî.”

‘TIRKIYÊ CAREK DIN QEBÛL NEKIR KU KEŞTIYEK DIÇE LÎBYAYÊ BÊ KONTROLKIRIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî têkildarî tevgerên dagirkeriya Tirk ên li beravên Lîbyayê wiha nivîsî: “Tirkiyê qebûl nekir ku keştiyeke wê ji aliyê endamên Operasyona Ewropayê ya Çavdêriya Qedexekirina Çekan li ser Lîbyayê (IRINI) bê kontorlkirin. Ev ne cara yekê ye ev bûyer rû dide, lê belê ji ber helwesta Enqereyê ya li hember operasyona Ewropayê ya ji 2020`an de ketiye meriyetê, ev yek gelek caran çêbûye.

Beriya du rojan fermandariya IRINI’yê ragihand ku desthilata Tirkiyê nehiştiye keştiyeke wê beriya bikeve beravên Lîbyayê, bê kontorlkirin. Fermandariyê nerazîbûna xwe li hember wê yekê nîşan da û wekî binpêkirineke eşkere ya qedexekirina çekan li ser Lîbyayê bi nav kir.”

(cx)