Tevî êrişên domdar ên li ser xaka Sûriyê, hikumeta Şamê bêdeng û bêhelwest e

Tevî êriş, dagirkeriya Tirk a li gelek bajaran û guhertina demgorafî û polîtîkayên tirkkirinê li herêmên dagirkirî û hedefkirina leşkerên wê, hikumeta Şamê bêdeng e.

Tevî êrişên domdar ên li ser xaka Sûriyê, hikumeta Şamê bêdeng û bêhelwest e
12 cotmeh, 2022   03:25
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA SEYDÎ

16ʹê Tebaxa borî, balafirên şer ên Tirkiyê cara yekemîn bû ku baregeheke hêzên hikumeta Şamê dike hedef. Di encama 8 derebeyên li pey hev ên balafirên Enqereyê yên li dijî gundewarê kantona Kobanê de gelek leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

Êrişên Enqerayê, rastî bêdengiya hikumeta Şamê hat. Lê berteka mezin a gel a li herêmên di bin serweriya hikumet Şamê de ew neçar kir ku îtîrafê bi kuştina leşkerên sûrî di êrişên hewayî yên rejîma Tirk de bike.

Di her rewşan de hikumeta Şamê de îdia dike ku ew ê mafê bersiva êrişên li ser xaka Sûriyê bide, lê ji 6ʹê Cotmeha 1973ʹyan ve, an di dema şerê artêşa Sûriyê yê li dijî Îsraîlê de, ev maf li ser erdê nayê pêkanîn. Heman demê gelek guman li armancên rasteqîn ên van şeran de derdikevin.

ʹŞAM ÇAVÊ XWE LI SEDAN ÊRIŞAN GIRTIYE, LÊ GELÊ SÛRIYÊ FATORIYÊ DIDINʹ

Ji 6 salên derbasbûna Tirkiyê di xeta aloziya Sûriyê de, hikumeta Şamê çavê xwe li sedan êrişan girtiye ku gelê Sûriyê fatoriya wan dide.

20ʹê Çileya 2018ʹan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişek ji derve ve li dijî xaka Sûriyê pêk anî ku ji sala 1967ʹan ve an ku dema dagirkeriya Îsraîlê ya li Colanê ya başûrê Sûriyê, ya herî mezin bû. Di vê êrişê de dewleta Tirk bi hezaran çete û leşkerî xwe êrişî kantona Efrînê kir. Piştî berxwedaneke mezin a 58 rojan gelê Efrînê, şervanên YPG û YPJʹê li hemberî teknîka pêşketî ya dagirkeran, Efrîn hat dagirkirin.  Êrişên dagirkirinê yên li ser Efrînê piştî vekişîna hêzên Rûsya ji gelek baregehên xwe yên li kantonê dest pê kirin.

Ev êrişa mezin ti bertekek ji aliyê hikumeta Şamê ve li hember dagirkirina yek ji girîngtirîn herêmên Sûriyê dernexist, ruxmî ku hikumeta Şamê gelek çekdarên bi navê komîteyên gelêrî (popular committees) şandin û di êrişên balafirên dewleta tirk a dagirker de hatin kuştin beyî ku hikumeta Şamê tu helwesteke nîşan bide.

Hikumeta Şamê ku civînên Astana û Soçî yên di navbera her sê aliyan; Rûsya, Îran û Tirkiyê de li dar ketine, bi erênî nirxandin û ji dagirkirina herêmên Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di havîna 2016`an de di salvegera 500`an a cenga Merc Dabiq a navdar aciz nebû ku bû deriyê ketina Osmaniyan bo Welatê Şamê. Dewleta Tirk gelek bajarên Sûriyê mîna Cerabuls, Bab û Ezaz, bi dehan bajarok û gundên Sûriyê bi hiceta şerê DAIŞ`ê dagir kirin.

Piştî wê bi çend salan Amerîka vekişiya û rê li ber dewleta Tirk a dagirker vekir ku di êrişa xwe ya 9’ê Cotmeha 2019’an de, li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî li dijî gelê Sûriyê komkujiyan pêk bîne. di şerê ku 13 rojan dom kirî de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) berxwedaneke mezin nîşan da. Artêşa Tirk a dagirker bi rêya bi hezaran çeteyan û çekên qedexekirî, Serêkaniyê û Girê Spî û axa Sûriyê bi dirêjahiya 120 kîlometreyan û firehbûna 30 kîlometreyan dagr kir. Bi vê re jî rûbera axa Sûriyê ku ji dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin 8 hezar û 800 kîlometre dam derbas kir, yanî bi rêjeya ji sedî 5`ê erdnîgariya Sûriyê dagir kir.

Hikumeta Şamê li hember vê yekê , ti rol nelîst, her wiha derbasbûna hêzeke dagirker a li nava xaka Sûriyê şermezar nekir.

Di 22'ê Mijdara 2019'an de, QSD`ê qebûl kir ku ji xeta sînor dûr bikevin da ku hicetên dewleta Tirk ên ku behsa metirsiya li ser "ewlehiya wê ya neteweyî" dikin, ji rolê rake. Di encamê de Rûsya ku bi QSD’ê re hemaheng bû, qebûl kir ku hêzên hikumeta Şamê li ser xetên eniyên şer ên di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bi cih bibin.

Di heyama sê salan de, baregehên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan bendên hêzên hikumeta Şamê topbaran kirin. Di encamê de bi dehan ji wan jiyana xwe ji dest dan. Ya herî girîng jî, êrişa esmanî ya dewleta Tirk a Sibata 2020'an bû, ku li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di encamê de 48 leşkerên Sûriyê li herêma Idlibê jiyana xwe ji dest dan. Ev êriş bersiva kuştina leşkerên Tirk di êrişa balafirên Rûsyayê de bû. Tevî van hemûyan jî, hikumeta Şamê heta niha ne di aliyê siyasî û ne jî leşkerî de bersiva hêzên Tirk ên di nav axa Sûriyê de nedaye.

Rayedarên Tirk gelek caran ragihandine ku ji sala 2011’an û vir ve, têkiliyên îstixbaratî yên di navbera Şam û Enqereyê de bi temamî qut nebûne. Ev jî sedema bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî kiryarên Enqereyê nîşan dide. Ya ku dewleta Tirk dike jî dikeve çarçoveya heman armancê, ew jî tunekirina Rêveberiya Xweser û projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Eger ji ber vê bi sedan leşkerên Sûriyê jiyana xwe ji dest bidin jî, ji bo hikumeta Şamê nabe pirsgirêk.

Nemaze ku Şam û Enqere hîn jî pabendî rêkeftina Edeneyê ne, ku rê dide Tirkiyê derbasî nav axa Sûriyê bibe û li dijî îradeya gelê kurd û PKK'ê dest bi operasyonên leşkerî bike.

Dûrî aliyê leşkerî, hikumeta Şamê di salên borî de, der barê binpêkirina mafê xwe di ava çemê Firatê de ji aliyê Tirkiyê ve tu tişt negotiye. Asta çemê daketiye astên dîrokî ku jiyana bi milyonan sûriyan xistiye xetereyê.

MÎNA LÎWAYA SKENEDRÛNÊ, PARÇEKIRINA XAKA SÛRIYÊ

Dewleta Tirk a dagirker di sala 1998’an de bi Peymana Edeneyê ya ku bi dizî di navbera şandeya hikumeta Şamê û şandeya Enqereyê de li bajarê Edeneyê hate îmzekirin, dewleta Sûriyê neçar kir ku dev ji doza xwe ya li ser axa Sûriyê ya dagirbûyî, Lîwa Skenderûn berde. Bi vê peymanê re hemû nakokiyên sînorî dê bi dawî bibin û Şam jî bi wê yekê razî bû.

Lîwa Skenderûn yek ji wan parêzgehên Sûriyê bû ku di sala 1938'an de di serdema mêtingeriya Fransayê de, beriya ku ji Sûriyê vekişe, hêzên Tirkiyê derbasî bûnê û ji axa Sûriyê qut kir.

Dane û agahiyên ku ajansa me di nava 3 salan de bi dest xistine diyar dikin ku li herêma Serêkaniyê heya Girê Spî ya Bakurê Sûriyê, artêşa Tirk a dagirker mezintirîn xebatên bicihkirina baregehên leşkerî ya li herêmeke Sûriyê pêk tîne. Artêşa Tirk piştî dagirkirina van herêman, dest bi avakirina baregehên leşkerî kir. Ev jî piştî koçberkirina nêzî 300 hezar welatiyan di dema êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û komên wê yên çete de di Cotmeha 2019’an de pêk hat.

ZÊDETIRÎ 52 BAREGEHÊN LEŞKERÎ

Li gorî belgeyên ku ajansa me bi dest xistine, zêdetirî 52 baregehên leşkerî hene. Tê de gelek cureyên çekên navîn û giran hene û bi hezaran leşkerên Tirk di hundirê wan de ne, ev baregeh jî li dirêjahiya herêmeke bi qasî 120 kîlometreyan û kûrahiya 30 kîlometreyan e.

SÎNORÊN ÇÊKIRÎ Û BAREGEHÊN LEŞKERÎ RASTIYA NIYETA DEWLETA TIRK EŞKERE DIKIN

  eriya çend mehan, dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya kontrolkirina herêmên li bakurê rêya M4 ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rojavayê wê ve girê dide de, avakirina sînorên çêkirî bi dirêjahiya 230 kîlometreyan di nav axa Sûriyê de bi dawî kir. Di wê çarçoveyê de, xendeq bi kûrahiya 4 metreyan kola. Ji vê yekê armanc dike, herêmên Girê Spî û Serêkaniyê bi temamî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut bike.

Bi bidawîhatina amadekirina xendekan û berdewamkirina avakirina baregehên leşkerî de, guman li ser niyeta rast a dewleta Tirk ji hebûna wê li ser xaka Sûriyê zêde dibin.

Daneyên heyî diyar dikin ku dewleta Tirk xwe amade dike ku demeke dirêj li Sûriyê bimîne. Tedbîrên wê yên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî eşkere dikin ku ew bi rastî ji bo guhertina wan deveran bo deverên Tirkî kar dike.

Ji bilî ku dewleta Tirk ji bo guhertina demografiya herêmê û tirkkirina wê bi rêya ferzkirina zimanê tirkî û qebûlkirina wî wek zimanekî fermî, her wiha sepandina dan û standina bi lîreya tirkî, li aliyê din çavdêr hemfikir in ku dewleta Tirk hewl dide van herêman bi dewleta xwe ve girê bide.

PÊŞEROJEKE METIRSÎDAR LI PÊŞIYA HERÊMÊN SÛRIYÊ YÊN DAGIRKIRÎ YE

Bi berdewamiya avakirina baregehên Tirkiyê di kûrahiya axa Sûriyê de û hazirkirina wan bi radar, tank, mûşek û kamerayên çavdêriya, zêdekirina hejmara leşkeran û panzeran, her wiha berdewamkirina guhertina demografiyê bi rêya koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina malbatên çeteyan û koçberên Sûriyê li şûna wan, her wiha berdewamkirina tirkkirinê bi rêya bilindkirina ala Tirkiyê, bi dan û standina bi lîreya Tirk û bilindkirina wêneyên serokê dewleta dagirker li kolanan, herêmên dagirkirî bi metirsiyeke cidî re rû bi rû ne ku dibe ji Sûriyê werin qutkirin û tev li erdnîgariya Tirkiyê bên kirin.

Li aliyekî din jî dewleta Tirk di çarçoveya planên xwe yên ji bo vejandina Peymana Mîsaqî Millî de hewl dide rê li ber dagirkirina qadeke zêdetir a herêmên Sûriyê veke. Li gorî nêrîna Tirkiyê ya li ser bingehê naveroka vê peymanê, pêwîst e temamî xaka Sûriyê were dagirkirin.

(bb-hs)

ANHA