Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ketin Efrînê û artêşa Tirk a dagirker ket seferberiyê

Çavkaniyên ji hundirê kantona Efrîna dagirkirî dan zanîn ku gelek çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” ketin gundê Basûtê yê Şêrewa ya Efrîna dagirkirî hemwextî wê jî şer û pevçûn di navbera çeteyên El Cebhe El Şamiye û Firqeya Hemzat didome.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ketin Efrînê û artêşa Tirk a dagirker ket seferberiyê
11 cotmeh, 2022   17:53
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih dan zanîn ku çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” (Cebhet El Nusra berê) ketin gundên navçeya Şêrewa, piştre gefa ketina kantona Efrîna dagirkirî xwarin. Her wiha şer û pevçûn di navbera çeteyên El Şamiye û Hemzat de li gundên Şêrewa û Cindirêsê didome.

Çavkaniyan eşkere kir ku artêşa Tirk a dagirker di baregehên xwe yên li Efrîna dagirkirî de ketiye rewşeke awarte.

Her wiha, çeteyên El Cebhe El Şamiye û çeteyên “Tevgera Nûredîn El Zinkî” baregehên çeteyên Hemzat ên gundên (Bablît, Kokebê, Tilifê, Keferzît, Firêriyê, Til Hemo, Feqîra û Qijûma) yên navçeya Cindirêsê, piştî şerê dijwar kontrol kirin.

Şer û pevçûn heta vê kêliyê li gundên Birc Ebdelo, Basûtê û Endarê yên Şêrewa didome.

Tê zanîn ku şer û pevçûna ku duh di navbera çeteyên El Şamiye û Hemzat de li navenda bajarê Babê yê dagirkirî derketiye, bi sedema kuştina çalakvan Ebû Xenûm û hevjîna wî li Babê bû.

(mh)