​​​​​​​Rîhan Loqo: Bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dê li cîhanê şoreşa jinan dest pê bike

Endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan a Rojava Loqo jî diyar kir ku ev êrişên li ser jinan bi heman armancê ji aliyê heman zîhniyetê ve tên kirin û dixwazin civakeke dûrî demokrasî û azadiyê ava bikin. Her wiha got jinên Kurdistanê dê dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" veguherînin destpêka şoreşeke jinan li cîhanê.

​​​​​​​Rîhan Loqo: Bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dê li cîhanê şoreşa jinan dest pê bike
12 cotmeh, 2022   04:45
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Gelê Kurdistanê bi êrişên dagirkeriyê û zîhniyeta baviksalar a rejîma desthilatdar a heyî re rû bi rû ye ku di şexsê jinên Kurd a ku di dîrokê de her tim bi têkoşîn û berxwedana xwe hatiye naskirin, xwe li ser civakê ferz dike.

Li her çar parçeyên Kurdistanê cureyek ji cureyên êrişên qirkirinê li ser jinan pêk tê ku di serî de azadî û îradeya jinan dike hedef, çi bi êrişên leşkerî yan jî bi ferzkirina zîhniyeta baviksalar û hêza wê ya zordar li ser jinan be.

Li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên pêşeng û şervanên ku pêşengiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê kirine û destkeftiyên wê parastine, hedef tên girtin. Li Bakurê Kurdistanê li ser jinan polîtîkayeke şovenîst tê meşandin û li dijî hebûn û nasnameya wan êrişên qirkirinê tên meşandin. Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî bi ferzkirina feraseta zîhniyeta paşverû ya li ser jinan, hemû maf û azadiya wê jê hatiye standin.

TÊKOŞÎNA JINAN LI HEMBERÎ ZAYENDPERESTIYÊ

/kr/uploads/files/2022/10/11/183252_-.webp

Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Rîhan Loqo bal kişand ser polîtîkayên baviksalar û desthilatdar ên ku nêzî 5 hezar sal e li ser jinan tên meşandin û wiha got: "Jin li Rojhilata Navîn û cîhanê bi salan e rastî polîtîkayên zîhniyeta baviksalar, mêtingerî û zayendperestiyê hatine. Armanc ji van polîtîkayan ew e ku jineke li gorî ramanên wan ên paşverû tev bigere were avakirin.

Rîhan Loqo bal kişand ser xwezaya afirêneriyê ya jinan di avakirina civakeke azad û demokratîk de û wiha dom kir: "Jin heqîqet û zanistek e, ji merheleya civaka xwezayî heta roja îro kariye ji bo avakirina civaka xwe bibe pêşeng. Ji parastinê bigire heta perwerdeyê, di nava civakê de rolên girîng lîstiye. Ji ber vê yekê zîhniyeta baviksalar xwest ku jinan ji vê xwezaya wê dûr bixe û bi ferzkirina polîtîkayên baviksalarî û desthilatdar li ser wê, jineke ku li gorî fikrên wan tev bigere, biafirîne."

Rîhan Loqo tekez kir ku hemû şerên di navbera herdu zayendan de ji dîrokê heta roja me ya îro, li ser bingehê hewldana zîhniyeta baviksalar a ku xwe li ser jinan ferz dike û berdewamkirina jinan a têkoşîna xwe ya li dijî rejîma desthilatdar a dewletê, zayendperestî, parastina xwezaya xwe û rastiya wê ya afirêner û dîroka wê ya kûr, pêk hatiye.

WÊREKIYA JINÊN KURD

Gelê Kurd ê ku di dîrokê de rastî êrişên qirkirinê hatiye, bi wêrekiya jinên Kurd ku di hemû qonaxan de karîbû gelê xwe biparêze hate naskirin. Rîhan Loqo jî anî ziman ku jinên Kurd, jinên herî zêde ne ku li hemberî êrişên li ser gelê xwe bersiv dane û wiha pê de çû: "Di pergala Rojhilata Navîn de, jinên Kurd bi wêrekî û berxwedaniya xwe hatine naskirin. Di demekê de ku pergala dewletparêz xwest zîhniyeta xwe ferz bike, jinên Kurd a yekemîn bû ku ev sîstem red kir û li hemberî wê sekinî."

Rîhan Loqo sedemên ku jinên Kurd têkoşîn û berxwedan li şûna bindestiyê hilbijart wiha nirxand: "Bi naskirina rêber Ocalan re çavên jinan ji nû ve li jiyanê hatin vekirin, dikarîbûn dîrok û rastiya têkoşîna xwe ji nû ve binvîsin da ku xwe biparêzin û rola xwe ya çalak di nava civakê de bilîzin."

Rîhan Loqo wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan tekez kir ku divê jin di serî de nasnameya xwe biparêzin da ku di hemû civakan de hebûna xwe biparêzin. Li ser vî bingehî jinan li Rojhilata Navîn dest bi têkoşînê kir, bi taybetî jî jinên Kurd ku xwe li gorî rêgez û fikrê rêber Ocalan perwerde kirin. Li ser vî bingehî li piraniya qadan xwe îspat kir."

Endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo bal kişand ser êrişên li dijî jinan bi taybetî li Rojhilata Navîn û Kurdistanê û got polîtîkayên ku li Rojhilata Navîn li ser jinan tên ferzkirin, prensîbên xwe ji zîhniyeta desthilatdar û dagirker a ku dixwaze vîn û îradeya jinên azad bişkîne, digire. Bûyerên dawî yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê yên li dijî jinan pêk tên, ne tesaduf in.

Rîhan Loqo wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev bi yek planê di nava Komployeke Navneteweyî de pêk tê da ku di zûtirîn dem de li ser erdê pêk were. Ev ji aliyê zîhniyeta baviksalar ve pêk tê ku hewl dide pergaleke zilamê desthilatdar li pêşberî jineke qels ava bike, her wiha civakeke dûrî edalet, demokrasî û wekhevî di şexsê jinan ku taybetmendiyên azadî, demokrasî û aştiyê hildigire, ava bike."

LI ROJAVA ŞOREŞA JINAN

Rîhan Loqo îşaret bi Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li ser bingehê fikrê rêber Ocalan bi pêşengiya jinên Kurd hat birêxistinkirin û wiha got: "Jinan pêşengiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê kir ku çirûska wê li Kobanê vêket û li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû. Lewma raza berdewama vê şoreşê ew e ku jinan di nava şoreşê de şoreşek ragihand."

Rîhan Loqo da zanîn ku Şoreşa Rojava ne dûrî jinan bû, lê belê jinên Rojava şoreşên din ji bo destpêkirina şoreşa xwe û berfirehkirina wê li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wek tecrûbe girtin dest. Bi pêşengiya jinên Kurd parastina tevahî mirovahiyê tê kirin.

JIN DI NAVA ŞOREŞÊ DE BI ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ RÛ BI RÛ NE

Rîhan Loqo bal kişand ser êrişên ku li dijî şoreşa jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyê tên kirin û wiha got: "Qirêjiya tevahiya cîhanê bi navên cuda ji çeteyên Cebhet El Nusra heta Ehrar El Şam û çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker ku rasterast destkeftiyên jinan û şoreşa Rojava dike hedef, li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bû. Her ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêş dikeve û dikarî di cîhanê de bi berxwedan û pergala xwe bibe nimûne, ew qas jî êrişên li ser destkeftiyên şoreşê zêde dibin. Bi taybet di vê dema dawî de ku pêşengên vê şoreşê û yên tê de rol lîstine, tên hedefgirtin."

Endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo têkildarî armanca hedefgiritna jinên pêşeng ên Şoreşa 19'ê Tîrmehê wiha got: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengiya civak û şoreşê kirin. Dikarîbûn helwesta gel li dijî hemû siyasetên ku li dijî wan hatin kirin, bikin yek. Ji bo vê jî rejîmên dijberî rizgariya jinan, hewl didin di kesayeta jinên pêşeng de vîna jinan bişkînin da ku tirs û fikaran di nava gel bi hemû pêkhateyên wê de biafirînin."

Rîhan Loqo wiha behsa jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine hedefgirtin, kir û wiha axivî: "Siyasetmedar Hevrîn Xelef a ku nûnertiya aştiyê kir û bi tayebetmendiyên xwe hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kom kir, rasterast hat hedefgirtin. Berdevka Kongra Star a herêma Firatê Zehra Berkel jî. Her wiha Yadê Eqîde ya ku çû Serêkaniyê ji bo destekkirina şervanên li eniyên şer ên ku ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava li dijî dewleta Tirk şer dikirin."

Rîhan Loqo axaftina xwe wiha dom kir: "Jinên  ku bi pêşengiya YPJʹê pêşengiya hemû qonaxên têkoşîna azadiyê dikin ku bûne mînak ji tevahiya jinên cîhanê re, tên hedefgirtin. Şehîd Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û ji bilî wan bi dehan fermandarên jin mînak in. Hemû jî di encama komplo û yek planê de ku heman zîhniyeta baviksalar hildigire, şehîd bûn."

REWŞA JINAN LI KURDISTANÊ

Endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo der barê êrişên ku li Kurdistanê li ser jinan tên kirin de ev li axaftina xwe zêde kir: "Herî dawî têkoşer Zeyneb Mihemed ku di şoreşê de roleke aktîv lîst, kirin hedef. Li Bakurê Kurdistanê jî jinên ku parastina ziman, nasname û çanda xwe dikin hema hema her roj li ber çavê hemû cîhanê tên binçavkirin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî jin li ser navê Îslamê tên qetilkirin, wek Jîna Emînî ya ku bi hiceta ku serpoş baş li xwe nekiriye û porê xwe derxistiye, hat qetilkirin. Me dît ku çawa li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi teyek ji pora jineke Kurd, serhildanek çêbû. Li Başûr jin her tim rastî êrişên qirkirinê û polîtîkayên înkarê tên."

Rîhan Loqo tekez kir ku armanc ji van kiryaran ew e ku rejîmên desthilatdar di şexsê îradeya jinên azad de, siyaset û zîhniyeta xwe li ser hemû parçeyên Kurdistanê û bi giştî Rojhilata Navîn ferz bikin. Her wiha got ku polîtîkayên hemû welatan li ser jinên cîhanê hevpar in.

ʹSEDSALA 21ʹAN DÊ BIBE SEDSALA JINÊN AZADʹ

Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Rîhan Loqo destnîşan kir ku jinên ji hemû pêkhateyan, wê li dijî hemû polîtîka û êrişên ku li ser wan tên kirin, sedsala 21'an veguherînin sedsala jinên azad û wê dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bikin dirûşmeya destpêkirina şoreşa jinan li tevahî cîhanê.

Rîhan Loqo herî dawiyê wiha got: "Bi yekitiya jinan em ê bigihêjin Kurdistaneke azad û demokratîk. Wê hemû tevger û rêxistinên jinan li dijî dagirkerî, tundî û zîhniyeta ku xwe li ser jinên azad ferz dike, bibin yek. Ji bo me dem dema azadiyê ye û em ê vê ji bo hemû civaka xwe, bi avakirina zilamekî azad li kêleka jineke azad, ji bo avakirina civakek demokratîk pêk bînin."

(hs)

ANHA