Mîhrîcana “Arîn bisk û zulfên aştiyê ye” bi tevlêbûna dayîka şehîd Arîn berdewam e

Di roja 8'an a Mîhrîcana “Arîn bisk û zulfên aştiyê ye” de şonya “Firsan Tiyûr” hat pêşandan. Her wiha dayika şehîd Arîn Mîrkran lê hazir bû.

Mîhrîcana “Arîn bisk û zulfên aştiyê ye” bi tevlêbûna dayîka şehîd Arîn berdewam e
11 cotmeh, 2022   16:25
KOBANÊ

Di roja 8`an a Mîhrîcana Arîn Mîrkan Keziyên Aştiyê bi pêşandana şanoya “Firsan Tiyûr” a ku Elî Îsa derhêneriya wê kiriye, dest pê kir. Her wiha tîma Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya Kobanê şano pêşkêş kir.

Şano li ser jiyana gerîl û zulma ku di zaroketiya wan de rastê hatine ku di encamê de derbasî çiyayên Kurdistanê dibin û li azadiyê digerin, bû

Di şanoyê de bal hat kişandin ser şerên şervanên gerîl, berxwedan û têkoşîna wan li hember şeran, wefadariya wan a bi hevalên xwe yên şehîd û çawa dev ji doza xwe bernadin.

Roja 8`an a mîhrîcanê de ku di 5`ê Cotmehê de dest pê kir, bi nirxandina şanoyê ji aliyê temaşkeran ve bi dawî bû.

/ar/uploads/files/2022/10/11/140152_bhdhwr-waldh-alshhydh-aaryn-myrkan-..-astmrar-faalyat-mhrjan-aaryn..-jdael-slam-28129.webp

Dayika şehîd Arîn Mîrkan, Wehîde kêfxweşiya xwe ji bo lidarxistina vê mîhrîcanê anî ziman û got: "Arîn ne tên keça min e lê keça tevahî Kurdan e û hezkirina Kurdan û gelên bindest ji keça min re têra min dike."

Dayika Wehîde anî ziman ku wê rêyeke dirêj derbas kir da bighîje vir, niha jî welatê ku keça wê xwe feda kirî bêhn dike.

Mîhrîcan wê heta 14`ê Cotmehê berdewam bike. Tê payîn sibe şanoya “Kontêr” ji aliyê endamên Navenda Çand û Hunerê ya Helebê ve were pêşandan.

(dm)

ANHA