​​​​​​​Şêniyên Til Koçerê: Komplo di şexsa rêber Ocalan de gelên herêmê hedef girt

Şêniyên Til Koçerê bi kombûneke girseyî komploya li dijî Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku komplo di şexsa rêber Ocalan de gelên herêmê û azadiya wan hedef girt.

​​​​​​​Şêniyên Til Koçerê: Komplo di şexsa rêber Ocalan de gelên herêmê hedef girt
11 cotmeh, 2022   16:02
QAMIŞO

Meclisa Navçeya Til Koçerê ya Kantona Qamişlo, li hola navenda Hêzên Parastina Civakî (HPC) ji bo şermezarkirina komploya li dijî rêber Ocalan kom bûn.

Di serî de hevserokê Meclisa Til Koçer Newaf El Xedan wiha axivî: “Komploya ku li dijî rêber Ocalan hatiye meşandin berdewamiya siyasetên pergalên kapîtalîst ên zordest e.”

El Xedan destnîşan kir ku ev pergal şerê fikrê demokratîk û azad û jinên azad dike û hîn ev komplo heta roja îro berdewam e, ku em dibînin çawa dagirkeriya Tirk jinên têkoşer û yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire.”

Her wiha, El Xedan diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikrê rêber Ocalan bawer kirin û civakeke hevgirtî li dijî pergalên mêtinger û êrişên terorîst ava kir, ev yek jî hişt ku dagirkeriya Tirk şerê vî fikrî bike.

Çalakî bi pêşandana sînevîzyonekê li ser komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan bi dawî bû.

(mh)

ANHA