​​​​​​​Li Bab û Efrîna dagirkirî tevlihevî di navbera çeteyên dewleta Tirk de berdewam in

Çavkaniyên herêmî ji Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên El Hemze bi moşekan erebeya çeteyên Cebha El Şamiyê li gundê Basûtê kir hedef. Her wiha di encama nakokiyên hundirîn navbera her du komên çeteyan de duh li bajarê Babê şer rû da û derbasî gund û herêmên Efrînê.

​​​​​​​Li Bab û Efrîna dagirkirî tevlihevî di navbera çeteyên dewleta Tirk de berdewam in
11 cotmeh, 2022   15:54
ŞEHBA

Di encama qetilkirina nûçegihan Ebû Xenûm de, di navbera çeteyên Cebha El Şamiyê û El Hemze de li navenda bajarê Babê yê gundewarên rojhilat a Helebê şer rû da. Her wiha şerê wan derbasî gund û navçeyên kantona Efrînê jî bûn.

Li gorî çavkaniyên xwecih, komên çeteyan li gundên Basût, Bablît û Tilifê bi çekên navîn û giran pev ketin.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên El Hemze bi moşekan erebeya çeteyên Cebha El Şemiyê ya li gundê Basût hedef girt û di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên cuda, çeteyên Heyat El Şam ku berê bi Cebhet El-Nusra dihat naskirin dergehê gundê Xezewiyê ya Şêrewayê ku herêmên Efrîn ji herêmên Idlibê vediqetîne, girt. Çavkaniyan destnîşan kir ku sewqiyetên leşkerî yên mezin ji Idlibê derbasî Efrînê kir.

Çavkaniyan anî ziman ku çeteyên Cebha El Şemiya di van kêliyan de gundên Bablît, Kokebê û Tilifê yên Cindirêsê dorpêç kirine. Her wiha şerê di navbera her du aliyan de berdewam e.

Hêjayî gotinê ye, li gel ku çeteyên El Şemiyê li ser baregehên çeteyên El Hemze yên li bajêr kontrol kir, lê şerê di navbera komên çeteyan li navenda bajarê Babê de didome.

Li herêmên Bakurê Sûriyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin tevlihevî, bêaramî û şerê xwecih di navbera çeteyan de, berdewam e.

(dm)