Yekitiya Jinên Ciwan konferansa xwe bi dawî kir

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê konferansa xwe ya duyemîn bi encamnameyekê bidawî kir û ji bo herêmên Tebqa û Reqayê endamên rêveber ên Yekitiya JInên Ciwan hatin erkdarkirinl.

Yekitiya Jinên Ciwan konferansa xwe bi dawî kir
11 cotmeh, 2022   15:36
 REQA

Konferansa 2`yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan vê sibê dest pê kir. Tê de rewşa rêxistinî ya yekitiyê, kar û xebatên wê û perspektîfên rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin.

Piştî bidawîbûna nîqaş û gotubêjan, endamên Yekitiya Jinên Ciwan a herêmên Reqa û Tebqa hatin hilbijartin. Tê payîn ku di dema bê de endamên rêveberiya Minbic û Dêrazorê werin diyarkirin.

Di dawiya konferansê de rêzebiryar hat girtin;

Ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan têkoşîn bê meşandin, li ser şopa fikrê wî sepandina fikr û felsefeya rêbertî, lidarxistina perwerdeyên îdeolojî û siyasî.

Li darxistina hemleyeke rêxistinî ji bo çalakkirina rola jinên ciwan di civakê de û avakirina meclisên jinên ciwan, li bajêr û gundewarê wî.

Di têkoşîn û parastinê de, xwespartina rêgeza niştîmanî ku prensîpa herî girîng a mirov e.

Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, bicihkirina bingeha parastina cewherî di çarçoveya parastina rewa de.

Lidarxistina Mihrîcana 4’emîn a Şehîd Stêrvan li ser asta deverên rizgarkirî.

Zêdekirina çalakiyên hevbeş ên di navbera jinên ciwan ên tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.

Zêdekirina serdanên malbatên endamên Yekitiya Jinên Ciwan û lidarxistina civînan bi wan re, bi armanca perwerdekirina wan li ser fikr û birêxistinkirina jinên ciwan.

Aktîfkirina komîteya xwendekaran nexasim ku ew ji girîngtirîn komîteyên Yekitiya Jinên Ciwan e.

Zêdekirina perwerdeyên fikrî yên girtî û bi taybetî yên vekirî û girîngîdayîna pênasekirina azadiya jinan (welatparêzî, têkoşîn, fikr û îradeya azad, rêxistinbûn û bedewbûn û exlaq) di wan perwerdeyan de.

Pêkanîna projeyên xizmetguzariyê ji bo pêşxistina aboriya jinan û destekdayîna wan.

Diyardeya zewicandina zarokan hîn jî kirîzeke divê were çareserkirin, ji ber wê jî divê di vî warî de perwerde û semîner werin lidarxistin.

Lidarxistina hemleyan li dijî madeyên hişbir û sîxurtiya ku dijmin wê belav dike.

Destpêkirina perwerdeyên destwerdanên lezgîn di çarçoveya rewşên şer û seferberiya giştî de.

Vekirina pirtûkxaneyekê ji bo peydakirina pirtûkên rêber Ocalan li Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê.

(mh)

ANHA