Li Qamişlo kargeha oksîjenê hat vekirin
Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê kargeheke oksîjenê ya tibî li Qamişloyê vekir. Kargeh dikare rojane 300 tupên oksîjenê hilberîne.
Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê kargeha oksîjenê li Navenda Jiyan a Covid-19 a bajarê Qamişlo vekir da ku pêwîstiyên nexweşxane û navendên tenduristiyê yên tupên oksîjenê dabîn bike.
Kargeh li Qamişloyê yekemîn e û dê 24 saetan bixebite. Hêza hilberandina wê rojane 300 tup e ku dê bê pere li navendên tenduristiyê yên desteyê werin belavkirin.
Nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, endamên Heyva Sor a Kurd û Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê beşdarî merasîmê vekirina kargehê bûn.
Di merasîmê de cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Ahîn Siwêd destnîşan kir ku pêwîstiya herêmê bi projeyên wiha heye ku xizmeta qada tenduristiyê dike. Her wiha da zanîn ku ev kargeh wê beşek ji pêwîstiyên herêmê ji oksîjenê bi cih bîne.
Ahîn Siwêd bal kişand ser rola Desteya Tenduristiyê û kadroyên wê di pêşxistina qada tenduristiyê de û diyar kir ku tupên oksîjenê dê bê pere li nexweşxaneyên gel werin belavkirin û bi buhayekî erzan bifiroşin yên taybet.
Deriyê kargehê ji aliyê dayika şehîd Mihemed Îsam Ebdo û Ahîn Siwêd ve hat vekirin.
ANHA