Komên çekdar rêya Helebê li pêşberî koçberên Efrînê girt

Li gundewarê bakur ê Helebê, komên çekdar rêya di navbera bajarê Helebê û kantona Şehbayê de girt û dest danîn ser erebeyên koçberên Efrînê û gule li wan reşandin.

Komên çekdar rêya Helebê li pêşberî koçberên Efrînê girt
11 cotmeh 2022   13:02
ŞEHBA

Li bajarokên Nibul û Zehra yê gundewarê bakur ê Helebê , komên çekdar  rêya  navdewletî ya 214ʹan ya di navbera Heleb û Dîlokê de ya ku di gundên kantona Şehbayê re derbas dibe, girt. Koçberên Efrînê yên li Şehbayê dema ku diçin Helebê vê rêyê bi kar tînin.

Komên çekar beriya du rojan bendeke kontrolê li ser rêya navdewletî danî, ku çend kîlometreyan nêzî yên hikumeta Şamê ye da ku koçberên Efrînê bitirsînin û dest deyne ser erebeyên wan.

Welatiyek ku komên çekdar erebeya wî desteser kiriye, ji ANHAʹyê re diyar kir ku komên çekdar gule li erebeya wî reşandin û pencereyên wê şikenandin, di encamê de kesên tê de bi sivikî birîndar bû.

Heman welatiyî destnîşan kir ku komên çekdar ên li Nibul û Zehrayê tenê erebeyên koçberên Efrînê yên ku gundên Şehba û Şêrawayê dimînin, desteser dikin û nahêlin biçin Helebê. Her wiha diyar kir ku heta niha dest danîne ser derdora 30 erebeyan.

ANHA