Komîteya Sotmeniyê ya Til Temirê dest bi belavkirina mazotê li şêniyan kir

Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Til Temirê dest bi belavkirina mazotê li şêniyan kir. Belavkirin wê 5 rojan dewam bike.

Komîteya Sotmeniyê ya Til Temirê dest bi belavkirina mazotê li şêniyan kir
11 cotmeh, 2022   10:40
HESEKÊ

Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê dest bi belavkirina mazotê ya ji bo germkirinê li şêniyan kir.

Komîteyê ji bo taxên navçeyê 500 hezar heta 600 hezar lître mazot veqetandiye. Her malbatek wê 300 lîtreyan werbigire.

Endamê rêveber ê Komîteya Sotemeniyê ya Meclisa Navçeya Til Temirê Mihemed Seîd El Ehmed têkildarî mekanîzmeya belavkirina mazotê ev agahî dan ANHAʹyê: "Em karta elektronîk a sotemeniyê li ser karta malbatê yan jî karta kesayetî aktîv dikin da ku xebatên belavkirinê hêsantir bibe. Ji bo malbatên ku karta malbatî tune ye em ê karta elektronîkî bidin wan.”

Belavkirina mazotê li tevahî taxên navçeyê wê 5 rojan dewam bike.

ANHA