​​​​​​​Lêkolînera ji Misirê: Komployê nikarî rê li ber belavbûna fikrên Ocalan bigire

Lêkolînera ji Misirê Wela Ebdullah diyar kir ku tevî derbasbûna salên dirêj di ser Komploya Navneteweyî re, lê komployê nikarî pêşî li belavbûna îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan bigire û têkoşîna PKK'ê bifetisîne.

​​​​​​​Lêkolînera ji Misirê: Komployê nikarî rê li ber belavbûna fikrên Ocalan bigire
11 cotmeh, 2022   04:30
QAHÎRE – MUHSIN EL MISIRÎ

Saziyên îstîxbaratê yên navneteweyî û herêmî tevî nakokiyên siyasî yên di navbera dewletên wan de jî, lê ji bo razîkirina dewleta Tirk li hev kirin ku yek ji mezintirîn revandinên siyasî di dîroka NATO'yê de pêk bînin, ew jî komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan bû.

Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de dema derketina wî  ji Sûriyê dest pê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de li paytexta Kenyayê Nayrobî hat revandin.

Komplogerên ku rêber Ocalan dîl girt, difikirîn ku bi vî awayî dê pêşî li belavbûna fikrên wî bigirin û têkoşîna partiya wî bi dawî bikin. Lê piştî van salan, tevî dîlgirtina rêber Ocalan li cem dewleta Tirk a dagirke, rastî û bûyerên li ser erdê têkçûna vê komployê û hilweşîna plana wê ya qirêj îspat kir.

Têkildarî mijarê lêkolînera zanistên siyasî ya ji Misirê Wela Ebdullah wiha axivî: "Piştî 24 salan ji girtina rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî, divê em piştrast bikin ku Ocalan tevî hemû polîtîka û hewldanên dûrxistina wî ji gelê wî jî karîbû bibe sembola herî girîng û sereke ya gelê Kurd yên ku Ocalan wek lehengê xwe yê neteweyî dîtin. Ew lehengê ku ne tenê li hemberî polîtîkayên tunekirin û qirkirina hebûna Kurdan a li ser erdê rawestiya, bi taybetî li erdnîgariya Kurdistanê ku jê dest pê kiriye, lê belê wî heta ji bo avakirina mirovê Kurd jî hewl daye. Lewma PKK bi ramana Ocalan gelek watedar bû."

Wela Ebdullah wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ya herî girîng jî ew e ku tevî dûrbûna bi dehan salan a Ocalan di esaretê de û tevî girêdana xurt a navneteweyî ya daîm bi mafên mirovan, lê belê partî serkeftinên xwe didomîne ku taybetmendiya wê li derdora wê jî xuya dike, bi taybetî li hemberî hebûn û hedefgirtina Şengalê û piştre guhertina hevsengiya li wê deverê bi temamî. Ya herî girîng ku piştî wê tê ew e ku şêniyên aştiyane yên herêmê hêza xwe xurtir bikin û xwe di rêveberiyeke xweser de bi rêxistin bikin, ew rêveberiya ku dikarîbû mala Êzîdî ya navxweyî li vê herêmê saz bike ku dibe cara yekem e di dîroka Êzidiyan de pêk tê."

Wela tekez kir ku "Ocalan dikarîbû dozeke bêhempa bi PKK’ê re ku li ser bingehên xurt ava kir, pêk bîne. Ji ber vê yekê, her çendî hemû hêzên navneteweyî di sala 1999'an de bi komployeke navneteweyî ji bo girtina rêber Ocalan hevkarî kiribin û wek êsîr li Tirkiyê bi cih kiribin jî, niha li ser piyan e û di lêgerîna xwe de berdewam e."

Lêkolînera ji Misirê Wela Ebdullah her wiha got: "Wateya rast a rewşa rêber Ocalan dîlgirtin e. Ew niha ne girtiyê siyasî yê herî kevn e li gorî ku ew dibêjin, lê ya rast ew girtiyê dawî ye ku hêzên mezin ên navneteweyî li hev kirine ku wî winda bikin. Armanca wan ji vê yekê ew bû ku bandor û fikirê wî ji holê rakin ku dibû sedema fikarên mezin li cem wan. Bi taybetî ku wî ramanekî bîrdozî ava kir, tenê baweriya wî hezkirina nasnameyê bû ji bo gelekî ku her kesê  derdorê dixwest wî ji holê rake, çanda wî tune bike û taybetmendiyên wî yên herî biçûk jî ji holê rakin. Ev jî bi qedexekirina navên Kurdî û qedexekirina axaftina bi zimanê Kurdî bû ku ne ji israra xelkê wê bûya dê di sedsala dawiyê de, bi dawî bibûya. Ew jî ji dema derxistina Sykes–Picot a nexşeya dabeşkirina herêmê bêyî Kurdistanê ku bi rêkeftinekê dê di nav 4 welatan de bihata dabeşkirin."

Wela Ebdullah axaftina xwe wiha dom kir: “Hîn jî Kurd ji her sê erdnîgariyan tev li PKK’ê dibin. Ezmûna partiyê tevî hemû astengiyên dewleta Tirk û yên rayedarên herêma Başûrê Kurdistanê, heye û berdewam e. Tevî ku bal nayê kişandin li ser serkeftinên wê yên li ser erdê, lê belê ew hîn jî serkeftinan pêk tîne. Ev hemû tevî  berdewamiya qedexeyên navneteweyî yên li ser partiyê pêk tên. Ev jî tê wê wateyê ku divê civata navneteweyî vê ezmûna bêhempa ji nû ve bixwîne û siyasetên xwe pê re biguherîne.”

Wela Ebdullah wiha lê zêde kir: "Ya rast em dişopînin ka heta çi radeyê alîgirên fikr û çanda Ocalan wî girtine dest û çi qasî dikarîbûn di nexşeya navneteweyî de belav bikin. Ev fikir û ev dîtin di bingeh de ji girtina wî ya bi zorê ya li girtîgeha girava Îmraliyê derket. Rewşa heyî diyar dike ku Ocalan ew ronahî bû ya ku hewl dan bi girtina wî her hewldaneke Kurdan a derketina ji qedexeyên wan ên li ser herêmê, biguherin. Tevî hemû polîtîkayên wan ên stratejîk ê xweparastinê jî, lê belê di aliyê fîzîkî de hebûna Ocalan di nava gelê wî de tune kirin, lê belê ya ku derket holê ev e ku van hemûyan titşek ji meşaleya fikirê wî rakirin û biryar dan ku di navbera welat û gelan de bibin qasidên raman û dîtinên teorîk ên rêberê xwe, ku bêguman dibe ku bibe qonaxek girîng heke cîhan bala xwe bidiyê û eger fikrên Ocalan têxin navenda lêkolînê."

Lêkolînera Misrî Wela Ebdullah herî dawiyê ev tişt anîn ziman: "Tevî hemû şêweyên ragihandina navneteweyî ya têkildarî mafên mirovan û parastina wan jî, lê rêber Ocalan ev çend sal e di girtîgeha Îmraliyê de rastî tecrîdê tê û ji serdan û hevdîtina bi malbat û parêzerê xwe re jî tê bêparkirin. Ev jî tekez dike ku ev civata navneteweyî ya ku kemalbûnê û piştgiriya mafên mirovan îdia dike, ji bilî civata berjewendiyan ne tiştekî din e. Di bingeh de heta rengên mirovahiyê û piştevaniya wê jî tenê ji bo berjewendiyên xwe yên bilind bi kar tîne. Xuya ye heta niha Ocalan û fikrê xwe zirarê dide wan, ji lew re dan û standina pê re û berdewamkirina esîrgirtina wî ya dirêj nîşaneya zordestiya wan û berjewnediyên wan e. Ya girîngtir jî ku ji her kesê dibêje, tu mirovbûna wana nîn e.”

(hs)

ANHA