​​​​​​​Hesen Koçer: Lihevhatineke Şam û Enqereyê dê Sûriyê parçe bike

Hesen Koçer diyar kir ku armanca her lihevhatineke muhtemel a hikumet Şamê û dewleta Tirk a dagirker têkbirina Rêveberiya Xweser e û dê encamên wê ji bo Sûriyê xirab in, dê welat parçe bike û dagirkeriyê rewa bike.

​​​​​​​Hesen Koçer: Lihevhatineke Şam û Enqereyê dê Sûriyê parçe bike
10 cotmeh, 2022   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA SEYDÎ

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer di hevpevyîneke li gel ANHAʹyê de, lihevhatineke muhtemel di navbera Şam û Enqereyê de, çalakiyên DAIŞ’ê yên li herêmê û rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê nirxandin.

Hesen Koçer bal kişand ser rola dewleta Tirk a di aloziya Sûriyê de û got: "Rola dewleta Tirk di aloziya Sûriyê de roleke neyinî ye, heta asta mezin em dikarin bêjin ku roleke xirab e. Wêrankirina binsaziya bi dehan bajaran, talankirina karegehên mezin ên welat û kiryarên din bi sponseriya dewleta Tirk hatin kirin. Armanca dewleta Tirk ne çareserkirina aloziya Sûriyê ye, lê armanca wê ew e ku sûdê ji bûyerên ku li Sûriyê bigire. Tirkiyê opozîsyona ku destek didayê kir parêzvanên bi navê ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê."

Koçer diyar kir ku dewleta Tirk rola xirab ne li Sûriyê tenê dilîze, heman demê li tevahî Rojhilata Navîn, çi Iraq be ya Lîbyayê vê rolê pêk tîne, niha çêkerê herî mezin ê aloziyan li herêmê dewleta Tirk e.

ʹSIYASETA HUNDIRÎN A ENQEREYÊ ÎFLAS KIRIYEʹ

Koçer got daxuyaniyên dewleta Tirk ên têkildarî lihevhatina bi hikumeta Şamê re delîlê îflasa siyaseta wê ya hundirîn e û wiha domand: "Li vir divê em daxuyaniyên niha û yên berê yên dewleta Tirk ên der barê Şamê de bînin ber hev. Berê digot, rejîma li Sûriyê rejîmeke dîktator e û nabe were qebûlkirin, lê îro ev helwest 180 dereceyî hatiye guhertin."

ʹHER NÊZÎKBÛNEK ŞAM Û ENQEREYÊ DÊ BI PARÇEKIRINA SÛRIYÊ BI ENCAM BIBEʹ

Hesen Koçer li ser lihevhatineke muhtemel di navbera Şam û Enqereyê de ev li gotinên xwe zêde kir: "Her nêzîkbûneke muhtemel di navbera Enqere û Şamê de dê aloziya Sûriyê kûrtir bike. Em dikarin bêjin ku ev gav dê rê li ber parçebûna Sûriyê veke. Divê hikumeta Şamê vê yekê fam bike. Em jê re dibêjin ku her nêzîkbûneke di navbera hikumeta Şamê û Enqereyê de dê bibe destpêka parçkirina welat û sepandina sînorê ku dewleta Tirk li Sûriyê ferz kiriye. Ruxmî ku herêmên dagirkirî bûne wekî wîlayetên tirkî ku al, pere û dibistanên tirkî dûrî serdestiya Sûriyê hatine ferzkirin, lê çi nêzîkbûneke wê dagirkeriya Tirk a li van herêman rewa bike."

Hesen Koçer da zanîn ku armanca yekane ya lihevhatina tirkî-sûrî têkbirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha pê de çû: "Heke wisa çêbibe, em li pêşberî şerekî nû rû bi rû bimînin ku dê welat ber bi tuneleke tarî ve bibe. Lê bila her kes bizane ku heke Sûriyê îro xwedî nasname û nirxên nîştimanî û tevî bi salan şer mîna dewletekê heye, ev bi saya Rêveberiya Xweser û têkoşîna QSDʹê ye. Ne jî vê têkoşînê bûya wê Sûriyê ji salan ve parçekirî bûye. Ne hikumeta Şam û ne jî dewleta Tirk û ne jî komên çeteyên girdayî wê mafên wan nîne ku îdiaya welatparêziyê li beramberî Sûriyê bikin."

Koçer got ku divê her kes bizanebe ku her çiqas lihevkirin hebin jê wê Rêveberiya Xweser herêmên xwe û yekitiya xaka Sûriyê biparêze.

ʹCIVÎNÊN ASTANAYÊ CIVÎNÊN WÊRANKIRINA SÛRIYÊ NEʹ

Hesen Koçer bal kişand li ser civînên bi navê çareserkirina aloziya Sûriyê ku li derve têne lidarxistin, bi taybet civînên Astanayê û got: "Berovajî îdiayên wan in ku dibêjin civînên Astanyê yên di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de dika çareserkirina aloziya Sûriyê ye, lê ev civîn sexte ne. Em dikarin eşkere bêjin ku ev civîn Sûriyê wêran kir û ji bilî encamên karesatî, komkujî, wêrankirin û kirinên din ên hovane tiştek bi xwe re neanîn. Ji wê zêdetir di van civînan de tu biryar ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê derneketin. Ev dewlet hewldanên çareserkirina aloziya li Sûriyê nakin, ji ber ku çareserî tê wateya ku ev dewlet hemû ji welat derkevin."

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer bi domdarî got: "Dûrî girêdana bi derve ve, em hewl didin eniyeke nîştimanî ya yekbûyî ava bikin ku hemû welatparêz û demokratan di nav xwe de bigire. Ev enî dûrî ajnîdeyên derve nûneriya îradeya pêkhateyên cûda yên Sûriyê dike. Divê em Ereb, Kurd, Surayn û tevahî pêkhateyên Sûriyê vî welatî biparêzin, pêwîstiya welat bi vê yekê heye. Em di Rêveberiya Xweser de li ser vê yekê dixebitin ku bi rêya rêveberiyeke nenavendî nasnameya nîştimanî diparêzin."

ʹNENAVENDÎBÛN JI TEVAHÎ ALOZIYÊN LI ROJHILATA NAVÎN RE ÇARESERÎ YEʹ

Hesen Koçer destnîşan kir ku yek ziman û yek al di dewleteke navendî de nabe li ser Sûriyê werin ferzkirin, lê hikumeta Şamê hewl dide vê yekê ferz bike. Her wiha da zanîn ku çareseriya yekane nenavendî ye û wiha axaftina xwe berdewam kr: "Nenavendî nayê wetaya parçekirinê, lê mafên berfireh dide herêman da ku bi xwe xwe birêve bibin, ruxmî vê yekê wê paytext Şam navend be ku hemû rêveberiyan nas bike û di dewleta nenavendî de koordîne di navber herêmên Rêveberiya Xweser û Şamê de hebe. Ji ber vê yekê du vebijêrk, ne sê li pêşiya hikumeta Şamê hene, an nenavendîbûnê qebûl bike an wê Sûriyê dabeşî herêmên cûda bibe ku her herêmeke bibe xwedî desthilateke zordest. Hertim em teqez dikin ku nenavendîbûn ji şer û pirsgirêkên li Sûriyê, Iraq, Lubnan û dewletên din ên Rojhilata Navîn re çareserî ye."

ʹDEWLETA TIRK ÎSTÎQRARA CÎHANÊ LAWAZ DIKE, LÊ QSD DIPARÊZEʹ

Têkildarî plan û tevgerên çeteyên DAIŞ li herêmê, Koçer bal kişand ser têkoşîna QSD û Rêveberiya Xweser a parastina ewlehiya herêmê û cîhanê û got: "Di demekê de ku Hêzên Sûriya Demokratîk li herêmên cuda yên Sûriyê bi taybet li kampa Hol û girtîgeha Sînaayê şerê şaneyên DAIŞʹê dikin, em dibînin ku êrişên Tirkiyê yên li dijî QSDʹê zêde dibin. Ev nameyeke diyar a Tirkiyê ye ku dibêje, ʹem qebûl nakin ku hûn şerê hevalbendên me DAIŞʹê bikinʹ. Li hemberî vê yekê civata navneteweyî tu helwesteke diyar nedaye.  Di şerê li girtîgeha Sînaayê de QSDʹê 120 şehîd ji bo parastina istiqrara cîhanê dane, lê Tirkiyê hewl dide vê istiqrarê têk bibe. Heke dewleta Tirk êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomîne dê cîhan li pêşberî rewşeke bêistiqrar re rû bi rû bimîne."

Hesen Koçer di dewama axaftina xwe de îşaret bi durûtiya nêzîkatiyên navneteweyî bi Tirkiyê û dosyaya DAIŞʹê re kir û wiha axivî: "Mixabin dewletên NATOʹyê îdia dikin ku di nava koalîsyona hatiye avakirin de, şerê DAIŞʹê dikin. Heke Tirkiyê di NATOʹyê de ye çawa eşkere destekê dide DAIŞʹê û çawa civata navneteweyî vê yekî qebûl dike. Ev tişt nayê qebûlkirin û ne rast e. Lê dide xuyakirin ku hin dewlet hene di aliyê siyasî de amade ne li hemberî Tirkiyê rabin û helwesteke dijberî Enqereyê derxînin. Têkiliyên bazirganiyê di navbera van dewletan û Tirkiyê de hene. Bêdengiya wan li hemberî kiriyarên Tirkiyê yên li dijî QSDʹê vê yekê şîrove dike."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer destnîşan kir ku heke van dewletan helwesta xwe li hemberî DAIŞʹê zelal kirine, divê helwesta xwe li hemberî dewleta Tirk jî zelal bikin.

ANHA