Şehîd Hevrîn Xelef li Minbicê hat bibîranîn

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê şehîd Hevrîn Xelef bi vekirina pêşangehekê û lidarxistina şevbuhêrkekê bi bîr anî.

10 cotmeh, 2022   17:55
MINBIC

Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef tevî ajokar Ferhad Remadan li ser rêya M4 ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve dema êrişî Serêkaniyê û kantona Girê Spî kir di 12`ê Cotmeha 2019`an de hatin şehîdxistin.

Bi rasthatina salvegera 3`yemîn a şehîdxistina wê re, Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê şehîd Hevrîn Xelef, bi vekirina pêşangehekê û lidarxistina şevbuhêrkekê li parka Şehîd Hevrîn Xelef a li bajêr, bi bîr anî

Di çalakiyê de seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El Ebûd axivî û got: “Şehîdxistina şehîd Hevrîn Xelef, sûcek hovane bû. Çêkera aştiyê û sembola bedewiyê hat hedefgirtin. Ev sûc bandor li wijdanê gelê azadîxwaz kir.”

Piştî wê, şevbuhêrkek dest pê kir û tê de helbestvan Îbrahîm El Hemîdî helbestek bi navnîşan “Tabloya serfiraziyê” ya têkildarî serfiraziya şehîdan û berxwedana wan got. Helbestvan Fatme Hemîdî jî helbetek diyarî dayîkên şehîdan kir. Paşê helbestvan Ehmed El Yusif helbestek diyarî şehîd Hevrîn Xelef kir.

Dûra, bi navê Komîteya Azadiya Serok, Asya Hisên axivî û got: “Dema leheng dimirin, doz xurttir dibe. Şehîd Hevrîn Xelef damxek bû û hîna wisa ye û bîranînek ji bîr nabe.”

Di heman çalakiyê de, pêşangehek ji aliyê dayîka şehîd Zekeriye El Cebar bi tevlêbûna endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan hat vekirin. Beşdaran di nav pêşangehê de geriyan ku tê de gelek tabloyên têkildarî berxwedana jinên azad hatibûn pêşandan.

ANHA