​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Girê Spî soza rizgarkirina herêmên dagirkirî da

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî di 3'yemîn salvegera êrişa dagirkeriya dewleta Tirk a li ser kantona Girê Spî de, soza mezinkirina berxwedanê heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî û têkbirina planên dewleta Tirk da.

​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Girê Spî soza rizgarkirina herêmên dagirkirî da
10 cotmeh, 2022   12:33
EYN ÎSA

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bi wesîleya 3'yemîn salvegera êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser kantona Girê Spî û herêma Serêkaniyê, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li navenda meclisê ya navçeya Eyn Îsayê, ji aliyê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef ve, bi amadebûna fermandarên meclisê hate dayîn.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker ji 9’ê Cotmeha 2019’an û ve anku ji dema êrişa wê ya li ser kantona Girê Spî, tevî polîtîkayên kuştin û revandinê yên li dijî gelê wan herêman, gelek sûc û binpêkirin li dijî sivîlan û saziyên xizmetguzariyê yên li herêmên dagirkirî pêk anîne."

El Xelef bal kişand ser wê yekê ku dagirkeriya Tirk ji bo bi temamî axên dagirkirî bistîne û wan tev li "împaratoriya xwe" bike, siyaseta tirkkirinê û guhertina demografîk li wir pêk tîne. Her wiha wan deveran dike hêlînek ji bo amadekirina endamên terorîst ên nû yên ku terorê belav dikin û aştiya navneteweyî têk dibin.

El Xelef wiha lê zêde kir: "Em wek zarokên gelên Sûriyê yên berxwedêr li ser bingehê erkên ku em pê hatine erkdarkirin, li dijî van planan û li dijî dagirkeriyê berxwedanê didin meşandin da ku em destdirêjiya wan a li eniyên şer ku rojane li ser kantonê bi rêya topbarana domdar li ser gundên sivîlan pêk tîne û hewl dide ewlehî û aramiya wan têk bibe û îradeya gel bişkîne, têk bibin."

Di dawiya daxuyaniya xwe de fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî soza mezinkirina berxwedanê heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî ji hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, parastina axa Sûriyê û têkbirina hewldanên dagirkeriya Tirk da.

(hs)

ANHA